Biden li ser danstandinên bi Tehranê re: Dibe ku Amerîka vegere rêkeftinê

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, pêşwazî li danûstandinên nerasterast ên di navbera Tehran û Washingtonê de yên li ser rêkeftina atomî kir û got: “Dibe ku Amerîka vegere rêkeftinê.”

Joe Biden di daxuyaniyeke rojnamevanî de diyar kir, pêtandina uranyumê bi rêjeya %60 ji aliyê Îranê ve, sûdê nade danûstandinên li ser rêkeftina atomî ya li Viyenayê.

Biden kêfxweşiya xwe li ser berdewambûna Tehranê ji bo encamdana danûstandinên nerasterast ên bi Washingtonê re li ser rêkeftina atomî nîşan da.

Serokê Amerîkayê destnîşan kir: “Dibe ku Amerîka vegere rêkeftina atomî ya Îranê.”

Roja 15ê Nîsana 2021ê Pêncşemê, li Viyenayê gera duyem a danûstandinên li ser rêkeftina atomî destpê kiribû.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e