Biden soz da bi hevalbendên Washingtonê yên li derveyî welat re hevkarîyê bike

.

Serokê hilbijartî Joe Biden danasîna tîma xwe ya nû ya sîyaseta derve û ewlehiya netewî kir û got ew dixwaze Amerîka rojeva yekalî ya “Pêşî Amerîka” ya Trump dûr bixe.

Biden di danasîna tîma xwe ya nû de soz da, bi hevalbendên Washingtonê yên li derveyî welat re hevkarîyê bike.

Herwiha Biden, Antony Blinken wek Wezîrê Derve, Jake Sullivan wek Şêwirmendê Ewlehîya Netewî, Linda Thomas-Greenfield wek Balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî, Alejandro Mayorkas wek Wezîrê Ewlehîya Navxweyî û John Kerry jî wek Berpirsê Mijarên Têkildarî Avûhewa pêşkeşî bîragiştî kir.

 

Amerîka Haberleri

Encumena wezîran ya Iraqê biryara Kerkûkê da: Wê serjimêra sala 1957an esas be
Amerîkayê derbarê leşkerê li Îzmîrê telîs xistibûn serî wî daxuyanî da
Biden: Ez piştgiriyê didim namzediya Kamala Harrisê
Biden derbarê êrişa li dijî Trump daxuyanî da
RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir