Serokê Amerîkayê Joe Biden cara yekem di derbarê bûyerên li Rûsyayê ku di navbera grûba Wagnerê û Moskovayê de rû dan de axifî û got ku ti têkiliya Amerîkayê bi bûyerên li Rûsyayê tine. Putin got ku di mijarê de ti delîlekî nedane destê Putin da di derbarê Rojava an NATO de biaxife. Biden her weha got ku wê desteka wan ya ji bo Ûkraynayê dewam bike. Biden ragihandina xwe li hemberê çapemeniyê di Koşka Sipî de kir.
Biden got ku dema tevgera Wagnerê li hemberê Putin destpêkir; ferman daye tîma xwe ya ewlehiyê ku bûyerên li Rûsyayê bişopînin û ji wan her serê seetê agahiyan xwestiye. Biden di rêya video-konferansê de bi hevkarên xwe re têkilî daniye û temamê hevkaran bi hevre hemfikir bûne. Biden behsa girîngiya mayîna di nav koordînasyonê de kir û weha got:
“Me ti mazeret neda destê Putin da Rojava an NATO yê sûcdar bike. Me aşkera ragihand ku têkiliya me bi bûyeran tine. Ew rûdan perçeyekî ji rûdana nav sîstema Rûsyayê bû.”
Biden ragihand ku bi serokê Ûkraynayê Zelenski re axifiye û ji îro heya sibê dibe ku car din pê re biaxife. Li Rûsyayê çi dibe bila bibe wê desteka Amerîkayê ji bo Ûkraynayê dewam bike.