Îro 07.04.2018ê li Selahedîn serok Barzanî bi şandeke HDPê bi serokatiya Hevseroka HDPê Perwîn Buldan û parlamenter Osman Baydemîr, Feleknaz Uca, Îmam Taşçier û Berdan Ozturk civiya.
Di hevdîtinê de, şanda HDPê sersaxî li Serok Barzanî kir, bi boneya koça dawiyê ya Dilovan Îdrîs Barzanî û hevxemiya xwe ji bo Serok Barzanî derbirîn. Ji bilî amajdan bi pirsgirêk û aloziyên li pêşiya gelê Kurdistanê li Tirkiye û Iraqê û guhartin û pêşhatên Rojavayê Kurdistanê û şerê li Efrînê, di wê civînê de behsa wê yekê kirin ku civîna wan bi Serok Barzanî re di vê demê de gelek wate digihîne.
Herwiha ronî xistin li ser rûdanên piştî referandûmê û tekezî li ser wê yekê kirin, ku pirsgirêkên li pêşiya gelê Kurdistanê li navçê bi hev girêdayî ne û daxwaza hevahengî û şêwirmendiya di navbera aliyên siyasî yên Kurd de kirin.
Di beşek din a civînê de, şanda mêvan behsa encamên kongreya partiya xwe kirin û kurteyek li ser rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa welatiyên Kurd û kar û çalakiyên HDPê ji Serok Barzanî kirin.
Li hemberê jî, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda bilind a HDPê kir û spasiya helwesta wê partiyê û Kurdên Bakur kir. Herwiha ronahiyek xiste ser bûyerên piştî referandûmê û tekez kir, bijardeya sereke ya gelê Kurdistanê di hemû qonaxan de aştî bû û her tim şer bi ser wan de hatiye spandin.
Serok Barzanî daxwaz jî kir, ku pêwîst e hemû alî li ser riyên çareseriyê yên realistî û aştiyane bigihin encamekê û ligel wê yekl jî zimanê zordariyê û çek û xwesepandinê ti carî serkeftî nabe.
Her di wê civînê de, her du aliyan li ser wê yekê hevnerîn bûn, ku li ser pêşhatên nû û riyên çareseriyê di pêwendî û şêwirmendiyê de berdewam bin.