Bijîşkên Amed: Rojane 750 kes bi koronayê dikevin 10 kes jî dimirin

Bajarê Amedê ev mehek û nîv e di lîsteya koronayê ya bajaran de bûye bajarê yekemîn ku korona lê zêde belav dibe.

Bajarê Amedê di nava 81 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de di hêla zêde belavbûna nexweşiya koronayê de bûye bajarê sereke. Li gorî Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê Şiyar Guldîken, heta niha li Amedê ji 500î zêdetir kesan ji ber koronayê canê xwe ji dest dane û niha ji 20 hezarî zêdetir kes jî li malên xwe di karantîneyê de ne. Ji meha adarê heta niha hejmara kesên ku li Amedê bi koronayê ketine ji 100 hezar kesî bihuriye.

Li gorî amarên ku bijîşk bi awayeke nefermî belav dikin, li Amedê rojane herî kêm 10 kes ji ber koronayê canê xwe ji dest dide. Li vî bajarî her roj derdora 750 kes bi koronayê dikevin.

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê yê Amedê (SES) Şiyar Guldîken dibêje: “Li Amedê heta niha ji destpêka nexweşiyê ve ji 500î zêdetir mirovan canê xwe ji dest dane. Îro ji 20 hezarî zêdetir kes li malên xwe di karantîneyê de ne. Ji destpêkê heta niha jî ji 100 hezarî zêdetir kes bi vê nexweşiyê ketine.”

Li gorî ode û sendîkayên tenduristiyê ku di bin banê Konfederasyona Sendîkayên Cemaweriyê KESKê de cih digrin, sedema belavbûna zêde ya koronayê li Amedê sistbûna tedbîrên dewletê ne. Li gorî hikûmet û saziyên nêzîkî wê jî sedema belavbûna zêde ya vê nexweşiyê guhnedana xelkê ya hişyariyan e.

Xwendekar Amîne Kurt  dibmje: “Sedem hemû ev in. Maskeya xwe nadin ber devê xwe.”

Xwendekar Ehmed Urun jî got: “emû sûcê me ye weleh ne sûcê dewletê ye. Ka kes maske nade ber devê xwe. Mesafe tune ye.”

Muxtarê berê Murat Kaya  jî wiha axivî: “Şîn û şahiyên me hêj çêdibin. Zehmetiya mezin ji wir derdikeve. Milet heta lê hay dibe, bi nexweşiyê dikeve û êdî tu tişt fêde nake.”

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê li 14 bajaran nexweşiya koronayê her ku diçe zêdetir dibe. Amed, Ruha, Dîlok, Êlih, Mêrdîn, Erzirom û Sêwas bajarên herî sereke ne ku di nava mehekî de pêleke din a koronayê li xwe girtiye. Li van bajaran hejmara bijîşkên ku bi koronayê ketine jî ji bajarên din zêdetir in.

Rudaw

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn