Bila 1ê îlonê bibe destpêka rawestandina şerî, operasyonên leşkerî û çalakîyên çekdarî

.

Îro 1ê îlonê Roja Aşitîyê ya Cîhanê ye


Netewen Yekbûyî ewilî roja 1ê îlonê wek Roja Aşitîyê ya Cîhanê pîroz kir. Lê paşê dîsa Netewên Yekbûyî ev roja guhert û roja 21ê Îlone wek Roja Aşitîyê ya Cîhanê qebûl kir.

Lê mixabin, ev hêvîyên gelên cîhanê yên aştîxwazîyê bicîh nehatin; piştî bidawîhatina Şerê Duyem yê Cîhanê dîsa şer û qetlîam û jenosîd berdewam bûn.

Li gelek welatan agirê şerî pêketin. Li welatê me Kurdistanê jî, mirin, wêranî, qetlîam û jenosîdan her berdewam kirin.Û îro jî welatê me her bûye cîhê şer û kuştinê.

Êrîş û şer û sîyaseta li dijî Kurdan a Dewleta Tirkîyeyê îro jî her berdewam e.Mixabin hîna jî tu nîşanên aşitîyê û yê çareserîya sîyasî li holê tune ne.

Îro jî di nav gelê Tirkîyeyê de tu hêzeke girseyî ku demokrasîyê û aşitîyê biparêze mixabin tuneye.

Parêzvan û aktorê esasî yê aşitîyê û demokrasîyê bes gelê Kurd e û ew jî bi serê xwe maye.

Em careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin: Ev sîyaseta ku hûn li ser esasê şerî dimeşînin, eve 101 sal e tu pirsgirêk çareser nekirine û dê ji îro pê ve jî çereser neke. Sîyaset şerî, pirsgirêkan aloztir û kûrtir dike.Dest ji vî şerî, dest ji vê sîyaseta ku li ser dijayetîya Kurdan hatîye ava kirin  berdin.

Çalakîyên çekdarî yên PKKyê jî, zerarê dide gelê Kurd, rê ji êrîş û plan û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya şerî û ya xetimandina rêya çareserîya pirsgirêkan  re xweştir dike. Li Bakurê Kurdistanê pir bi zelalî aşkere bûye ku, şerdên şer û çalakîyên çekdarî tuneye û çalakîyên çekdarî rêya çareserî û amûrên sîyasî, demokratîk, sivîl digire, têkdide. Jiber vê yekê divê bêyî ku li bendê be Dewleta Tirkîyeyê şerî rawestîne, divê PKK li bakur û başûrê Kurdistanê pêştir dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne da ku rê ji sîyaseta şerî û dagirkerî ya Dewleta Tirkîyeyê re xweştir nebe.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku, hemû partîyên Kurdan wek mixatap qebûl bike û jibo ku rêya çareserîya sîyasî ya pirsa Kurd û Kurdistanê bi dîyalogan vebe gavan bavêje.

Jibo ku ev Roja Aşitîyê ya Cîhanê di çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de, di bidestxistina  azadî, demokrasi, aşitî û edaletê de bibe destpêkek, em bangî hemû alîyên peywendîdar yên Kurdistanê û Tirkîyeyê dikin da ku dengên xwe bilind bikin, bihevre gavên hevbeş bavêjin.

Bi minasebeta Roja Aşitîyê ya Cîhanê careke din em dixwazin bînin bîra hemû dewletên cîhanê û bîra gelên cîhanê ku,  kilîdeke esasî ya  aşitîya Rojhilata Navîn û ya Cîhanê jî azadîya Kurdistanê û mafê çarenûsîya miletê Kurd e li her çar perçeyên Kurdistanê.

01.09.2024

Buroya Ragehandinê ya  Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin
Elî Teter: Şûnwar dîroka gelê me vedibêjin
EFRÎN - Dest datînin ser mal û milkên jinebiyan
Arif Qurbanî: Pereyên Amerîkayê bidin bi dronan
Xelatgirê ‘Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî’ bû Perwîz Cîhanî