Li welatên demokratîk, hilbijartin rêbaza çareseriyê ye, ango dema rêya çareserîya pirsgirêkan, taybetî ên siyasî xitimîn pirranî bi hilbijartinan derfetên nû amede dibin, ji ber ku gel biryarê dide û pirsgirêk çareser dibin, bê guman ger rêveberîyek demokratik hebe.
Her hilbijartin destpêkek nû ye, gellek partî beşdarê hilbijartinan dibin, her partî bona paşeroja welêt bernameyên xwe, avayê çareserkirina pisgirêkan û projeyên xwe vedibêje gel, dengdêr jî biryara xwe dide.
Her hilbijartin, bona kemilîna rêveberiyê, aramî û ewlehîya welêt destpêka serdemek nû ye, herweha xizmeta pabendbûna takekesî bi welêt va dike, di bîrûboçûna takekesî da têgeha niştiman cîyekî berçav digre.
Bê guman, mînakên berevajî hatin dîtin, li hinek welatan hilbijartin dibin texterewana dîktatoran.
Çareserîya pirsgirêkan bona welatekî gellek girîng in, ji ber ku astengên li ber aramî û ewlehîya civakê radibin, nedîyarî û bêbawerî şûna xwe ji ronahî û çoş û peroşê ra berdide, paşeroja wî welatî ji xeterê rizgar dike.
Li başûrê Kurdistanê, taybetî di çar salên dawî da hinek pirsgirêkan rû da, ji ber ku nehatin çareserkirnê gehiştin astek gelelekî xeter, pirsgirêkên siyasî û aborî renge xwe da ser peywendiyên siyasî û civakî.
Dixwazim mînakekê bidim: Li Alamanya berberekî min hebû ji Silêmanîya Başûr bû. Dema ez diçûm, gellek caran me li ser rewşa başûrê Kurdistanê guftûgo dikir. Bawerîya wî qet nema bû, dema qala partî û rêveberîya Başûr dibû digot;”hemû diz in”, min jê pirsî, gelo di destê te da belge hene ku tu sûcdarîyek weha giran dikî? Digot na, lê dîsa jî li ser gotina xwe bi israr bû.
Di dest da belge tinebûn, lê ji yekî din bihîstibû ancex nepirsîya bû gelo rast e, an na?
Jixwe xetera mezin jî ev e, wendabûna bawerîya civakê ye, ev rewşê li ber kaosê xweştir dike, di halekî weha da kêm kes dikevin şopa rastiyê.
Mînakek balkêş jî, serok Mesut Barzanî dibêje, dema kaosa 2015an, “hinek kesan bi amancê prowoqasyonan propogandeyên derew kirin, ku qaşo di buroyên Partîya Demokrata Kurdistanê da bi tomaran dolar hene û nezan, zarok han dan ku êriş bikin.”
Kaos ev e, dema civat bawerîya xwe wenda bike, rewş xweş dibe bona prowoqasyonan.
Mixabin şerê DAİŞê jî hat liser, civat û rêveber bi temamî ket nava şer û têkoşîna li dijî DAİŞê, êrişên DAİŞê û têkoşîn li dijî wê rêya avêtina gavên pêwîst asteng kir.
Dem bihurî û Pêşmerge bi serket û êdî xetera DAİŞê sivik bû, gavên derengmayî divê bê pêşdarizêyê bên avêtin, bûhayê vê çi dibe bila be divê rê li ber prowoqasyonan bêt girtin.
Îsal, li başûrê Kurdistanê yek rapirsîn û du jî hilbijartin hene.
Hersê jî girîng in, him bona aramî û çareserîya pirsgirêkên li başûrê Kurdistanê, heweha girîng in bona paşeroja her çar parçeyên Kurdistanê.
Wekî rapirsînê ku 25î rezber (êlûn) 2017an da birêve diçe, 1î mijdara jî du sindoq dê werin ber dengdêran; yek, sindoqa hilbijartina seroktîya başûrê Kurdistanê; yê din, sindoqa hilbijartina parlementê ye.
Ango, bi rapirsînê deriye biryara pîroz vedibe, weha têt bawerkirin ku rapirsîn dê 85%pirrtir bêt “ERÊ”kirin, paşê dengdêr dê 1î mijdarê herin ser sindoqan û serok û endamên parlementê hilbijêrin.
Li hêlekê va hilbijartin meydana têkoşînek demokratik e, bi mebestê çareserkirina pirsgirêkan û pêşvebirina welêt e.
Keremkim, di pêşa kî/kê da tiştek heye, Gorran, Komele Îslamiya kurdistanê an partiyek din her kîjan dibe, ji tûndî û heqaretê dûr, bi rêzdarî û temamen di çarçoweya bawerîyek demokratîk da, ligel alternatîvên xwe bila bejin, gel li wana bawer bike û denge xwe bide.
Dê rêveberîyek çawa bikin, gelo bona pêşvebirina welêt, dewlemendî û geşdarîya hemwelatî û civakê, herweha civatek paqiş û bêgendelî, proje û bernameyên partîyan çi ne, bila bejin.
Mafê her hemwelatiyê heye ku zanibe.
Him di nava hikûmetê da cî bigre û him jî rêkberiyê bike, ev lawaziya bîr û baweriya demokrasiye ye, ramanek gellekî paşverû ye.
Payîza îsal deriyekî nû vedibe, berbangek nû lêdide, asoyekî hêvîdar li ser Kurdistanê dê bibriqe, ev berbanga nû ne tene dê bona Başûr lêbide, herweha asoya wê dê hîvîya hersê parçeyan din jî geştir bike.
Di roja îro da, geşedanî û qencî an, xerabî û serneketina li parçeyekî karîger e li ser parçeyên din, ti hêz nikane vê rastiyê berevacî bike, ev rastiya neteweya Kurd e ku bêyî îradeya wî, ew û welatê wî hatiye qet kirin.
25.07.2017/Dusseldorf