Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re got, me û PDKê di civîn û hevdîtinan de ji partiyên din xwastiye ku em hemû bi hev re bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên bê yên Iraqê bibin.
Berdevkê YNKê her wiha got, eger em wisa bikin pêgeha kurd dê bihêztir bibe û dengê me jî dê zêdetir were bihîstin. Lê eger her partiyekbi serê xwe beşdar bibe, dengên kurdan dê belav bibin û bandora kurdan dê li ser siyaseta Iraqê lawaz bibe.