Gaxan rabirtibû. Wê salê, ji bo bîleta pîyangoya ku lêbêxista, ewê xelatikî mezin bihatana bela kirin. Kalê me, bi pismamê xwe, Xalê Nayîr va nedixastin ku vî firseta zêrrîn birrevînîn, loma wan bi hevra qerara kirrîna bîletikî hevpar dan. Bazara Macîran, di her hefteyê, di roja çarşembê dihati darxistin. Herdu pismam bi hevra çun dukanê. Xalê Nayîr ji Kalê me ra got ‘’tu bikişîne, qiççikê me tu yî, destê te bi xêr e’’.
Kalê lepik aviti desteyêk bîlletan, di nav wan da yêk helbijart. Her yêkî ji kêsikê xwe da qesi nîvîyê bedela bîletê pere derxistin. Pere dan şuvatir, herdu pismam bi hevra çûn Çayxanê. Kêfa Kalê anaha da weku têrikî hewayî bilind bibû; ew ketibû xewn û xeyalên lêxistina pîyangoyê: ‘’Wer nine Nayîr Efendî, ew pera ji min û te ra jî, ji zarên me ra jî dike der.. Hin? Carê lexinî ez dizanim, ez ê çi bikim...’’
Xalê Nayîr: ‘’Qazî Beg ecele meke; hînê lênexistîye, carê lexinî paşê qerara xwe bide. Qa di vî tiştê da anda kirin jî heye...’’
Kalê ji bersîvê ne dilşad pozê xwe ber bi jur va kişand ‘’Na! Nayîr Efendî ! ewê vê carê lexinî, di dilê min da wer radibirî.’’ Wer xuya bû ku Kalê xwe zû va qanî lêxistina bîletê kiri bû.
Her yêkî, li Macîran kirrîna xwe xillas kir şuvatir, li cîpê sîyar bûn; li Qanîboxazê, li binê Qonîqesî yê hatin xar. Ji wir wêdatir, rê bi berfê hatibû girtîn. Ji wir, heta gundê me Siddiqan heft kîlometre rê hebû. Kalê, barê xwe li ser piştê, da pêşîya gîştîkan. Wî rê ji berfê weku dozerê vedikir. Her der sip i sîpî, şevqa tîrêjên Tavê ku li berfê dixist û şuva heldipekîya her der dibiriqand. Kalê, şepqeyê xwe car caran dadixisti jêr, bo ku çavê xwe, ji ronahîya zêde ya çav digirt, biparêzî. Di binê şepqe da, bi şara reş, serî û çavê Kalê pêçayî bû. Bi tenê nîng û destê wî diqerîsîyan. Zêde xêra kurikê rîsînî û lepikên bi tiftik jî li hember sermaya birrekî tunebû .
Heta ku gêhiştin gund, gîşt camêr di nav xuh û avê da mabûn. Li mal, soba oda mezin bi kerme yê mîyan sur i muhir bibû. Kalê dest i nîngên xwe germ kir şundatir, ji cêbê kolik şekir derxist û ji tornên (nêvîyên) xwe ra belav kir. Vê carê Kalê ji berê dest vekiritîr xûya dikir: ‘’Bi têra xwe bixun, ezê piştê çend rojan mal tijî meyûj i şekir bikim. Hindik maye...’’got.
Wî royê, şîva evarê xwar şuvatir, Kalê; bi qiseweta netîca bîletê zû kişîya cillan. Ew, wî şevê, li hevîya xeberikî zûtir bû, ji îlan kirina netîcê ra, hîn du royên dinê hebun; sebra Kalê tunebû ku ser netîcê biskinî. Wî dixast ku xeberikî zû û bi xêr bigirî.
Kalê bi hêvîya xeberikî xwaş ‘’Ya Elîyel Murteza, Ya Şahê Velayet, Ya Heydarê Kerrar! Ya Heq! ’’ got û kur da ser balîfê neda, ket xewikî kur.
Nêzika sibê di xewnê de, Kalê; Kalikî sipî ku zîn di dest da, dît. Kalê me dest avit, pînîk li yê din xist û ew ji ser hespê da aviti jêr. Çerku Kalê zîn bi dest xist, wî xwe aviti ser pişta hespa boz ya revan û weku çûçikikî firdayî, bi gazi çîyan ket. Te digot hespa di bin Kalê Dûndila Hz Elî bû. Gor îtîqat û baverîyê, di xwemnê da dîtîna zîn; pir bi qiymet dihati qebul kirin. Kalê; carê zîn bidest xistibû, loma tiştên din bo wî edî teferuat bûn...
Kalê; bi dengê xurînîya xwe, bi kêf ji xewê kur helfirîya, ji şabunan çi jî kir nekanî şuva rakevî; heta ku sube ronî bû di cillan da her carê hêlikî va vegerîya. Lê wext nediçu, saat bibûn roj. Paşê paşê, di nîhayetê da, ronahî derket. Kalê; doxina derpeyê xwe ye dirêj ku weku yê Afganîyan bi cawê sîs hatibû dûrandin, kîp kir û kiras ser da berda. Wî pantolê xwe li xwe kir nekir, kurikik aviti ser pişt û xwe aviti der.
Li der eyaz i sermayikî nedîtî hebû, ji puka berfê çavan hevûdu nedidît. Kutigên berfê yên pêşîya malan digihêştin heta sîvîngan. Kalê çerku gehişti mala cîranê xwe, mala Xalê Nayîr, bi dengikî şad ‘’Low Nayîr! Low rabe! Low Lexist!’’. Xalê Nayîr; bi qîrrîna Kalê, ji xewa xwaş ya subehê da heşar bû. Wî zirza paş derî kişand û derî vekir. Li hember wî , Kalê me yê kirze; por i zimbêl ji sermayê gij û ji berfê sipî bûyî , tîk dibû. Pozê wî yê hêzan ji sermayê sip i sur bibû.
Xalê Nayîr bi dengikî sakîn û nermik‘ ’Xêre, çibû Qazî Beg?’’ got.
Kalê: ‘’Daha çi bibî? Bîleta me lêxist! Ji vîya rindtir?’’
Xalê Nayîr: ‘’Qazî Beg kê deng kir? Çitan lêdexinî? Hînê pîyango nehatî ye kişandinê ku...’’
Kalê: ‘’îster hatibî kişandinê, îster natibî kişandinê ferq nake. Bîletê lêxist! Ew qerera di jur da hati dayîn...Min xemna xwe dît, wî lexist! Min zengîyê hespê bi dest xist. Tu çi dibê? Eger lemexînî, Mêrik caran zengî yê dide dest te? Lêêê!!’’
Xalê Nayîr: ‘’Na Qazî Beg! Heta ku min lîste nedîtît, ez înam nakim. Lîste derkevî paşê..Ser da ewê tu ji sermayê çingizîyayî...’’
Çav li Kalê bel bibû, wî gotina Xalê Nayîr qet nebîst û loma ‘’Tu şipan layê xwe Cemal rake, ew bi lawikê min Zîya va biçin gundê Êngicê. Li wirê beranên besili yê çê hene, em bi ecele qurbanê şerjê bikinê. Hatina weqes pereyê ra qurbana beranikî tiştik nine. Way e, giran giran eyam jî rind dibî. Bila zar hazir bin, ez ji wan ra heta deştê, heta dîyarê Qercesarê hevaltîyê dikim...’’ got.
Xalê Nayîr: ‘’Qazî biskine! Hînê lîste tune...Here mal carê xwe germ ke! Lêxistîbî jî pere, pereyê me ye, qa anda nabî? Tu here mal pêşta carê xwe germ bike...’’
Kalê me, kesikî pir dîndar bû. Tiştên ku wî xewnê da didît derdiket! Wî ne ji xwe û ne jî ji xewnên xwe şik dikir. Anaha Pismamê wî yê mezin, ji xewnên wî bi guman bû, Loma Kalê bi hêrs ‘’Low Nayîr! Tu ku bi balîfa xwe înamî naynî, bi Xwadê jî înamî yê nayînî...’’ got.
Çi jî kir Xalê Nayîr ‘Na digot, Nuh nedigot’.
Kalê sêr kir ku fayde tune, şuva vegerîya mal; ji kadînê spetik ka tijî kir, çû li êfir di pêşîya gan da rû kir. ‘’Min ku pere girt, ezê heqe we jî bidim, we jî bi têra xwe cehe heq kirine’’ got. Paşê pişta gan timar kir. Kêfa gan hatibû cîh, bi doç li ba kirinê te digot wan jî bîna pîyangoyê girtibûn!
Kalê hati mal, xurnîya xwe; bi toraq, pendîr, xoşafa şîlanan û nanên germ kir. Mesela pîyangoyê nav gund da belaw bibû. Apê min ê Zîya ket hundir ‘’Apo! Apê Dursun dibê ‘heta naha ya kê lêxistîye ku ya Hesenqazî jî lêxinî? ‘’ got.
Apê Dursun bi salan ji Kalê mezintir, nezikî du mêtroyê direj bu, ji ber karên giran û dirêjîyê ser hêlikî kov bibû. Wî, wextikî li Istenbolê arba hespan ajuti bû. Carê herdu hespên wî, bi arabê va di denizê ra dikişin. Ew; bi xêra çend dalxiçan, ji xendikînê tê xillas kirin. Bi navê xwe yê dinê ‘’Keya’’, Apê Dursin mîrê cixarekeşan bû.
Li hember xebera apê minê Zîya, Kalê hurik hurik kennîya û ‘’Low de herre! Dursin jî şaş kirîye çîye? Ew li ku dizanî? Merîyê bê îtîqat helbet bi tiştikî înamîya xwe naynîn...Li şuna pereyê ku dide cixarê, wî jî dikanîya ji xwe ra pîyangokîk bikirrîyana. Wê wextê, belkî yê wî lêxistina. Lê! Xwadê karê xwe dizanî, ew dizanî ji kê ra derxinî. Lê! Di xewnê da, tu dibê kê; kalê sipî yê ku min zîn dest da girt, şand ?’’.
Apê Alîrîza yê, ku heta wê wextê bê deng bû, vegerîya brayê xwe û bi leq (henek): ‘’Qazî Beg! Ya rindtir ewe ku tu radyokî bikirre, em jî bi hevra guh bidinê ser. Bila xêra pîyangoyê bigihêşî me jî...’’
Bersîva Kalê, weku kesikî hay ji netîcê hebû: ‘’ Li low Alîrîza, werî ye, lê andêrê kulfeta me û masrafa mala me pir e’’ bû.
Apê Alîriza destvekirî, birayên wî ye mezin; ziddê wî, destteng bû.
Roja dinê, ji xortan yêk hati şandini Macîran. Lîsta numereyên bi xelat di rojnaman da çap bibûn. Danê êvarê rojname gehişti gund. Kalê, bi çend kesên din va, çend caran lîste ji serî heta binî qontrol kir, lê numara wan lîsteyê da tunebû. Kalê bi çavê xwe înam nedikir: ‘’ Carê sêri tarîxê bikin!’’ got. Tarîx rast bû, çare nemabû, Kanî zaha bibû...
Bi sebeba xewna şikestî, Kalê vegerîya Xalê Nayîr: ‘’Tuh! Hefa pereyê ku me da! Kê ji te ra got ku herre xumarê bîlîze? Me risqê zar û zêvç da xumarê. Em bi ro û bi şev hatinê xapandinê. Dema ku meru; bi tenê bi ro nine bi şev , di xwenê xwe da jî , tên xapandinê. Min bi tenê tiştê ku dît, tercûme kir. Xeletî ji tercûmê nine, ji xewnê bi xwe ye. Qebehat qebehata tercûman nine yê xwadanê xewnan e. Şeytan bi rêya Însanan dikani Xwadê jî bixapînî. Lê! Hindik ma em masrafikî dinê fuzîllî bikinê. Heq mekirina! Me ku beran qurban bikirina meyê anaha çi bikirina?’’ pirs kir.
Xalê Nayîr: ‘’ Qazî Beg...! şuna sikinî negotine ‘di karê ecele da şeytan heye’ Loma ez qet ecele nakim...’’
Kalê: ‘’Lêê..werrîye! Ez carê Qulhuvelleyêkî bixûnîm ku şeytan li van deran dur bikevî...’’
Îro di sîyasetê da jî pir kes li hêvîya lêxistina ‘bîleta pîyango’ ne. Me pir caran netîca fînala nelîstî bîhîst. Xwe xapandin her carê bi avakî rûh dide. Çekê Kalê me, li hember şeytîn, xwandina ‘’Qulhulvela’’ bû. Çekê îroyîn yên mezintirin zanîn û fikra rasyonalî ye.