Bingeha lihevkirina alîyên Rojava: Rêkeftina Duhokê

Rêkeftina Duhokê ku ENKS û PYNK îro li ser bingeha wê li hev kirin, li Duhoka Başûrê Kurdistanê roja 22.10.2014 hatibû pêkanîn.

Navenda Nûçeyan - Di wê rêkeftinê de biryara avakirina ‘Lêvegera Sîyasî ya Kurdî’ hatibû dayîn ku  %40 ENKS,  %40 TEV-DEM û %20 partîyên din, endam di wê lêvegerê de hebûn.

Lêvegera Sîyasî ji 30 kesan pêk dihat ku 12 endam ji ENKS, 12 endam ji TEV-DEM û 8 endam ji alîyên din tê de hebûn.

Erkê Lêvegera Sîyasî jî ew jî; danîna stratejîyên giştî, destnîşankirina helwêsteke yekgirtî û şeraketeke temam di hemû desteyan de bû.

Herwiha herdu alîyan tekez kiribûn ku erkê parastin û berevanîyê erkê xelkê Rojavayê Kurdistanê ye.

Partîyên Yekitîya Nîştimanî ya Kurdî  (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên jibo yekitîya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê daxuyanîyeke hevpar dan. Herdu alîyan ragihandin, ku "qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin."

Herdu alîyan ragihandin,  ku dê danûstandina navbera wan li ser bingeha "Peymana Duhokê" berdewam bike û tekez kirin, di rojên pêş de ew dê  peymaneke giştî bi hev re îmze bikin.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e