Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye, Ibrahîm Şêxo ragihand ku li Herêma Efrînê gelek binpêkirin ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, li dijî Kurdên Êzdî têne kirin.
Piştî operasyona artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê di Çileya 2018ê de li ser Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar dest danîn ser mal û milkê Kurdên Êzdî û piraniya Êzdiyan ji mal û gunên wan derkirin.
Piraniya Kurdên Êzdî yên Herêma Efrînê, ji ber binpêkirinên grûpên çekdar koçberî navçeya Şehba li bakurê Helebê, Cezîra Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê bûne.
Hejmara Kurdên Êzdî li Herêma Efrînê heta berî 18yê Adara 2018yan, wate berî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve, derdora 25 hezar kesî dihate texmînkirin. Lê piştre hejmara wan kêm bû, derdora 7 hezar kes li wê derê man, lê niha li gorî zanyariyên Saziya Êzdîna, tê texmînkirin ku hejmara wan kêmtirî 5 hezar kesî be, ji 15% ji xelkê wê herêmê pêk tînin.
Piraniya Kurdên Êzdî koçberî Ewropa bûne û gelek ji wan jî li Heleb û navçeyên Şehba bûne penaber.
Kurdên Êzdî li 22 gundên Herêma Efrînê bicih dibûn. Ew gund ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatin rastî êrîşan hatine û hatine dagîrkirin: Basûfanê, Qitmê, Işq Qîbar, Bafilyon, Qestel Cindo, Gumrûk, Feqîra, Sînika, Basûtê, Şadêra…
15 mezargehên Kurdên Êzdî li Herêma Efrînê hene, piraniya wan hatin wêrankirin û jinavbirin weke Mezargehên Şêx Berekat, Şêx Cinêd, Hogir, Şêx Elî, Şêx Xuriz, Şêx Xerîb, Basexatûn, Şêx Hemîd.
Binpêkirinên li dijî Êzîdiyan çi ne?
- Hewlên qirkirin û tunekirina Kurdên Êzdî li herêma Efrînê tên dayîn
- Têkdan, jinavbirin û wêrankirina mezargehên pîroz û peristgehên Kurdên Êzdî
- Misilmankirina Kurdên Êzdî bi zorê, wan mecbûr dikin ku li mizgeftan nimêjî bikin.
- Neçarkirina zarokên Kurdên Êzdî li ser xwendina Quranê û nimêja li mizgeftan
- Bi taybetî li gundê Basûfanê yê ser bi nahiya Şêrawa ve.
Rûdaw