Rojeke xwînavî di dîroka gelê Kurdistan
Komkujîya helebçe 32 sal berîniha hate encam dan.
16 Adara 1988 rejîma durunde û xwînxwar ya Iraqê bi gazên jehrewî êrîşî Helebçe kirin. Di encama vê êrişa nemirovane de zêdetir 5000 mirovan jiyana xwe ji dest dan û ji 10.000 hezaran zêdit jî birîndar bûn.
Li hêmû Kurdistanê, kurd têne zîndanî kirin, sêdare dan, çalakvanên siyasî têne kuştin û ji navbirina, mal û mulkê kurdan ji destê wan tê standin û pêşkêşî dujminên kurdan tê kirin.
Li gel van hemû zulm û zordariyan jî, tekoşîona ji bo mafê rewa yê gelê kurd berdewam e. Em van komkujî û êrişên xwînavî yên mezin bi bîr bînîn, lê em wan êrişên rojane li hemû Kurdistanê rûdiden jî, ji bîr nekin.
Federasîyona Komelên Kurdî li Danîmarka