Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. "Yekîneya Bikêşe!“

Şeyhmus Ozzengîn

Vera Koyî, ji hinek beşên rojnivîsa gerîlayek jin, di malpera VêngMa.Net de, bi Tirkî çend beş dîyarî me kir. Min li ser beşa yekem û duyem nivîsek bi Kurdî derxist.

Piştî ku Vera Koyî çend beşên din weşand, min biryar da ku bi beşek din re dengê van jinên ku êşa wan, qêrînên wan û îxaneta bi dozdarîya wan re bînim ziman..

Piçek bibim dengê wan û di guhê wanên ku li henber van karesatan kerûlal û bêdeng de biteqim. Bibim sebeba hesabpirsîna van qêrîn û êşan.

 

Van jinan çi dabûn ber xwe, bi çi armancê derketin serê çîyê û rayedarên PKK çi anî serê wan, li serê çîyayên Kurdistan çi hat serê wan?

Vera Koyî dibêje; „dema min ev rojnivîs xwend, ez carnan pir xemgîn bûm, carnan min ji xwe fedî kir“(!)

Gelo çi di vê rojnivîsa jina gerîla de hebû ku nivîskar Vera Koyî ewqes „xemgîn“ û wê „jixwe fedî“ dikir?

Ev beş li ser „yekîneya bi kêşe a jinan e. Bê çi metodên derûnî û çi kirinên nemirovane raserî van jinên ku tenê yek armancek wan hebû; „xizmeta doza Kurd û Kurdistan“ ku ev armanc çawa di gewrîyên wan de bûye xwezîyek ku nayê daqurtandin.

Bûye êş û elem, bûye sebeba qirbûna wan!

Em bi hev re li vî dengê ku ji bêçaretîya li henber zordarîya wan serleşker û serkirdeyên li wan çîyayên kevnar, ku çawa dibûn hêsir û dinuqûtîn ser kaxizê. Çawa dibûn qêrînên wan jinên birîndar û li wan pêsîrên çîyayê Korê Jahro diketin û wenda dibûn û di rûpelên dîrokê de li me vedigerin..

Em bi hev re bixwînin:

Em daîm bi Yekîneya Bikêşe û bi sê hevalên girtî re tevdigerîyan. Cara yekem bû ku ez ewqes nêzîkî çiyayê Kurê Jahro dibûm. Çîyayekî ji dervê aqilan bû. Çiyayên rêzbirêz, ji hev azad, bi taht, kevir rizdeyên xwe re ji darûber û tebayan re bibû warê starê, warê  jiyanê.“

Ev çiyayên qedîm ku pêsîra xwe ji teyr û tilûran, ji tebayan re vekiribûn û jiyan hinbêz dikir, çima ji van şervanan re ewqes erzan dibû warê êşê, cîhê birînê, mirinê û mezelên nenasan?

Her berqef û rizdeyek ji van çiyayan, wek malika dayîkê dibû star ji mirovan re û ew diparastin. Dema ku em ketin pêsîra van çiyayên qedîm, me tirsa xwe avêt.

Piştî demekê bi haşmendîyek bêpa min li van çîyan temaşe kir, ez zîvirîm ser wan hevalên girtî: Sê heval bûn. Duheb ji wan kevin bûn. Wan jî nizanîbû bê ji bona çi hatine girtin. Bi biryara 'talîmata Partî' yê dest danîbûn ser çekên wan. Demekê, ew tecrît, di berqef û qulên ber van taht û keviran de girtî hiştibûn.

Ya din jî, çîroka wê hîn ecêbtir bû; Qaşo wek 'sîxurek'ê şandine nav wan û lêpirsîna wê hatîye kirin. Di derheqê de 'biryara kujtin' a wê hatîye birîn, li hêvîya pejirandina vê biryarê ye. Jinek zeîf û wan çavên dinav tirsê de, li derdora xwe dinêrî ku, xofa wê kezeba mirovan jihev perçe perçe dikir...

Herdu jinên din wêrek, xwedî tecrûbe û serwextê jiyana çîyan bûn. Ev bixwebawerîya wan herdû jinan, cesaret dida me jî...“

Carnan peyv, pênûs û gotin têrê nake. Mirov dibêje; xwezî zimanê van tahtan, van berqefan, van zinaran, van çîyayên qedîm, wan teyr û tulûran heba, ku bahsa jiyana vir ji me re bikin û karesatên ku li serê van çîyan dihatin serê wan ciwanan, ji me re banîya serziman..

Ev rojnivîs, yek ji wan xetên dîrokê, ku bixwînê hatîye nivîs û kî dizane bê bi çi şertan 22 salan hatîye veşartin û gihîştîye ber destê me?

***
„Di 8ê Cotmeha 1997 an de cîhên yekîneyan hat eşkere kirin. Ji me re gotin ku wê 'grûba me û hevalên girtî jî, wê bi Yekîneya Jinan re hareket bikin.'(!) Ji hêla leşkerî de yeke rojnamevan û bêtecrûbe kirin serkirde. Hevala Zozan bû serkirdeyê yekîneya me..

Dema ku hevalan ev biryar bihîst, şaşman. Çawa vê grûba giran û bikêşe teslîmî yeke bêtecrûbe dikin? Ev biryarek pirbirizîko bû. Li henber vê biryarê bi şîweyek vekirî hevalan nerazîbûn, rehetsizî dan nîşan, lê kesekî li me guhdarî nekir.(!)

Hevalên girtî ji bona çareserîya vê kêşeyê xwestin ku bi serkirdeya grûbê re bipeyivin. Mixabin kesekî li wan guhdarî nekir ji vir jî ti netîce derneket. Me ji xwe re grûbek çêkir û bi hevalên girtî re em ji vê yekîneyê veqetîyan û me berê xwe da qiraxa çîyayên Kurê Jahro.

Li ser rîya me Newala Dêra Lokê û di bakurê rêka me de tankên tirkan bicîh bibûn ku bi me bihisin, ti şensê me nedima. Ji ber wê jî divê em pir bidîqat û bêdeng bimeşîyana. Newalek sererast û cîh cîh erdên birincê, yek kevir û taldeyek jî tine bû. Ku divirde êrîşek bihata ser me wê qira me bianîya. Kêşeyek din a girîng jî taybetîyek tankan hebû ku jin pir zû tesbît dikirin. Ev jî rewşa me dixist warekî bitehlûkê. Riya newalê bitehlûke û zor bû.

 

Bê kêşeyek mezin me xwe gîhand hinbêza rizde û berqefên Çîyayê Garê. Êdî ne tank û ne jî top di xema me de bûn. Lê tirsa me û xema me, derbasbûna yekîneya jinan bû!..

Me ji xwe re agirek dada û em li derdora sersotên agir, hinek ji me jî xilmaş bibûn ku, bi dengê topan re em şîyar bûn. Hinek grûb hatibûn ferqkirin û ketibûn bin agirê topan. Grûba yekem ku hat bîra me jî yekîneya jinan bû!...

Dengê vizîna gulê topan wilo zirav û biêş dihatin, me ev deng baş nasdikir. Van dengan di vê şeva tarî de, dikujt û xwîn dirijand.

Newal bêdeng bû, bêdengîya mirinê bixwe bû ev bêdengî...

Min di jîyana xwe de şevik wilo reş nedîti bû. Piştî demekê bi têlsizan nûçe hat; 'heval  li yekîneya jinan xistin, li yekîneya jinan xistin!(!)

Bi şeveqa sibê re Dêra Lokê dişewitî. Tixanek reş û tarî girtibû ser newalê. Em bêdeng bûn. Cara yekem min girîyê jinên şervanê çîyê dîtin. Çavên piranîyên hevalan ji girî sor bibû. Piştî demek kurt, dûmayîka nîçeyan hat:

Hejmara yekîneya jinan 56 jin bûn. Sê heb ji wan birîndar bûn. Hêzên Başûrê Kurdistan ev hersê jin rakiribûn nexweşxanê. Yên mayî 53 jin bi kemînek malxerab hatibûn şehîdkirin. Di nav vê yekîneyê de 11 keçikên zarok jî hebûn.“

 

Li van çîyayên asê, warên sîpan û aşîtên berfê, çendîn qefle jin, xort û mêrên şervan bi biryara rêveberên PKK şandine mirinê? Çendîn hezar Kurd li van alifê çîyan qirbûne? Ne mezelên wan, ne navê wan û ne jî sebeba kujtina wan hatîye şîrovekirin. Çend malbat çawayîya wendabûn û mirina ewladên xwe dizanin?

Ev jina bênav û jidil birîndar di rojnivîsa xwe de dîyar dike:

 

„Li gor agahîyên ku ji me re hatin; 'birîna serkirdeyê yekîneya jinan Zozan, pir giran bû û îhtîmala ku lingê wê bêt jêkirin hebû' û gotîye; 'bombeyek destan bidin min û min li vir bihêlin û herin'(!) ev jî wek qahramanîyekê dinav jinan de belav dibû...“(!)

Siyaset û qahremanî li ser mirina jin û ciwanên kurdan bihêz dibû. Yên mirî dibûn qahreman û yên sax jî raserî metodên tûndrew û derûnî dibûn! Xwedîyê vê rojnivîsê li zerdika çavê me bêçar û tûj tûj dinêre û eşkere vê bêdengîya li henber kirinên PKK li serê van çîyayan şermezar dike. Gazî wîcdanê me dike û pirsan bi dûhev de rêz dike.

 

„Mixabin ticarî li ser vê bûyerê kesek nesekinî û li ser nehat axivtin. Wek bûyerên din ev jî hat jibîrkirin.(!) Lê di nav hevalan de bidizîka tiştek dihat ser zimanan û dinav xwe de digotin; 'ev yekîneya jinan ji bona ku serkirdeyên partîyê bi ewleyî derbas bibin û operasyona ZAPê bidawî were, bi zanistî yekîneya jinan xistin menzîla topan û kirin qurban.'“(!)

 

Sebeba ku çawa ewqes jin û xortên kurdan, şervanên dilsoz li serê wan çîyan, di wan newalên kûrde raserî kujtinê bûne, bi şîveyek zelal tîne ziman;

ev yekîneya jinan ji bona ku serkirdeyên partîyê bi ewleyî derbas bibin...“(!)

 

Di şerê 30 salî de çima yek ji wan dînazoran nehat kujtin, çima tenê ev jin û zarok bûn qurbana biryarên van serkirdeyan?

Ev pir zelal derdikeve ber me ku, parastina wan serkirdeyan, canê wan serkirdeyan, bi xwîna qefle biqefle jin û ciwanên kurdan hatîye parastin!

Berbihewabûna qêrînên wan jinên ku bi armanc û daxwaza xizmeta doza rizgarîya Kurdistan çûn nav refên PKK, bînin bîra xwe! Qetilkirina 53 jinan û zarokan, hersê jinên birîndar û biryarên partîyê bînin bîra xwe!

Wan karesatên ku dijminatîya doza Kurdistan dikir, bînin bîra xwe..
Ew dengên ku li pêsîrên çîya diketin û wenda dibûn, ew lîstik û xefikên ku dihatin serê wan, metodên derûnî bînin bîra xwe!

Biryara kujtina wan jinan, biryara êş û asaqên ser van şervanên Kurd, bi wî mejûyê nemirovane, bi metodên derûnî teslîmgirtina şexsîyeta van şervanan, sezayên ku didan evîn û evîndaran bînin bîra xwe!

Dengê zordarîya ku li wan çîyayên qedim derdiket, êş û elem û awaza wan şervanên dilsoz, evîndarîya wan şervanên jin-mêr li wan çiyayên qedîm çawa û çima ewqes pir dibû?

Bi çi zalimtîyê, kê ev kir para me?

Ji kêre xizmet dikir?

 Ewên ku li ser navên Kurdan, li serê wan çîyayên qedîm, dibûn alîkar û sebeba kujtina wan jinan, wan şervanan, wan keç û zarokên kurdan, gelo bi çi metodên derûnî hatibûn perwerdekirin û xizmeta çi û kê dikirin?