Lokman Polat
Dr. Nacî Kutlay dibêje : “Bi giştî, ez her dem ji xwendina bîranînên kesên ku di dîrok, edebiyat û jiyana civakî de xwedî bandor in, kêfxweş dibim. Dema ku min hewl dida ku di van bîranînan de rewşên ruhî/derûnî û civakî yên mirovan bikişînim, mîna ku ez wê serdemê bi wan re bijîm/jiyan bikim. Min vana her ku zêde dixwend, min pêdiviya derbaskirina bîranînên girîng ji nifşên paşerojê re zêdetir fêm dikir û ez bêtir xemgîn dibûm ku ev kevneşopî di nav kurdan de nehatiye avakirin.” Dibêje û ew dest pê dike bîranînên xwe dinivîse. (Wî van gotinên li jor tirkî nivîsîbû, min wergerand kurdî. L. Polat.)
Min bîranînên birêz Dr. Nacî Kutlay dema ku nû derketibû di sala 1998an de xwendibû. Lêbelê min ew dem derbarê wê de tiştek nenivîsî bû. Min ew dem li ser pirtûkan nedinivîsî. Ez ew dem di siyasetê de aktîv bûm, min her hefte gotar, nivîsên teorîk û siyasî dinivîsî, di kovar û rojnameyên kurdî/kurdan de diweşand. Paşê min giraniya xebata xwe ya nivîsînî da ser şîroveyên çand, ziman û edebiyata kurdî û herweha min nivîsên danasîn û analîza berhemên/pirtûkên kurdî nivîsî û di gelek weşan û malperên kurdî de, di rojname û kovarên elektronîk de weşand. Ev du salin ku ez li ser pirtûkên bîranînan ên kesayetiyên/şexsiyetên kurdan dinivîsim. Lewre jî min cara duyem pirtûka bîranînên Dr. Nacî Kutlay xwend û derbarê wê de vê gotarê nivîsî.
Min Dr. Nacî Kutlay li Swêdê/Stockholmê nas kir. Demeke ew li Swêdê di nav siyasetê de aktîv bû. Wî û çend kesên serbixwe ku ji partî û rêxistinên kurdan veqetiyabû bi hevre bi navê ”Bergeh” kovarek siyasî û çandî weşandin. Wan kesên ku ji tradîsyonên Rizgarî, Ala Rizgarî, Riya Azadî, Şivancî, Kukçî, Pdk yî û hwd hatibûn bi hevre platformeke netewî û demokratîk damezrandin û broşorekî danezaniya platformê weşandin. Di broşorê de bîr û rayên xwe, ramanên xwe, dîtin û siyaseta xwe, rêbaz û şêweya xebata xwe anîn zimên.
Di wê demê de ev platform ketibû rojevê û kesên siyasî, endamên partî û rêxistinên kurdan derbarê vê platformê de minaqeşe dikir, hinekan paşgotinî dikir, hinekan rexne digirt, herî pir jî Prk/Rizgarî û Psk/Riya Azadî li wan rexne digirt. Werhasil ji her seriyek awazek derdiket, kesên din jî paşgotiniya wan dikir. Ew dem ji bo kesayetiyên vê platformê hate gotin ku; ”Ew bi TKPê re flort dikin, bi vê partiya sosyal şoven, kemalîst re tikiliya wan heye. Du kes ji wan bi dizî beşdarê kongreya TKPê bûne.” Ji bo navên van herdu kesan jî navê Dr. Nacî Kutlay û navê Faruk Aras dihatin gotin. Ji bo Faruk Aras jî paşgotinî dihatin kirin, digotin Faruk Aras TKPyî ye. Ew û Dr. Nacî bi hevre beşdarê kongreya TKPê bûne. Ev tawanbariya li hemberê wan rast bû yan na? Ez nizanim. Heger ez şaş nebim, wê demê di rojnameya ”Kurdistan Pres” de jî bêyî ku nav were dayin, hate gotin ku ”du kurd beşdarê konra TKPê bûne.” Lêbelê navê van herdu kesan nenivîsî bû.
Dema min dest bi xwendina pirtûka bîranînên Dr. Nacî Kutlay kir ev paşgotiniya ji bo Dr. Nacî hate bîra min. Pirtûka bîranînên Dr. Nacî Kutlay bi tirkî ye. Navê wê ”Anilarim – Bîranînên Min” e. Pirtûk di nav weşanên ”Avesta” de li Stenbolê di sala 1998an de derketiye. Pirtûk 240 rûpel e. Li dawiya pirtûkê 8 rûpel wêne hene. Wêneya ku bala min kişand wêneya wî û Dr. Şivan(Saît Kirmizîtoprak) ya bi hevre ye. Ez nizanim gelo Dr. Nacî jî bûbû Şivancî yan na? Musa Anter di partiya Dr. Şivan de bû, lê di bîranînên xwe de qet bahs nekiriye, negotiye ku ew Şivancî bûye. Bi qasê ku ez zanim, Dr. Nacî qet nebû Şivancî û wî di partî û rêxistinên siyasî ên kurd de cih negirt. Demeke di komeleya demokratîk ya girseyî DDKOyê de xebitiye. Ango ew nebûye endamê partî û rêxistinên îlegal ên kurdan. Ew endamê TÎPê û paşê ê CHPê bûye, di hilbijartinek de bû namzetê CHPê, ji bo bibe parlementer. Lêbelê di hilbijartinê de bi ser neketibû, qezenç nekiribû. Ji xwe ji bîranînên wî jî diyar dibe ku piraniya xebatên wî yên siyasî bi TÎP, CHP û demeke bi DDKO re bûye.
Kurdiya Dr. Nacî Kutlay baş e. Hinek nivîsên wî yên bi kurdî hene. Wî romaneke bi kurdî nivîsiye. Pirtûka/romana Egîdê Xudo ”Dê û Dêmarî” û pirtûka Cengîz Aytmatov ”Cemîle” yê li kurdî wergerandiye. Xwezî wî bîranînên xwe bi kurdî binivîsiya. Pirtûka bîranînên wî ji 4 beşan pêk tê. Di bin her beşî de gelek sernivîsên cuda yên cure cure hene. Beşa yekem; zaroktiya wî û salên xwendevaniya wî. Beşa duyem; salên dibîstana bilind ango salên Zankoyê/Unîversîteyê. Beşa sêyem; salên meslekî, girtinê/hepisxaneyê û siyasetê. Beşa çaran jî; tiştên ku dixwaze hûn/xwendevan jî bibîhîsin.
Dr. Nacî Kutlay behsa biçûkiya xwe, malbata xwe, kalê xwe, gundê xwe û xwendina xwe dike. Gundê wan gundê filan/ermeniyan bûye. Ew dixwîne û dibe doktor. Di salên şêştî de, dema li bajarê Agriyê doktorî dike, li wir dibe serokê şaxê “Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) “ê.
Dr. Nacî di bîranînên xwe de behsa hevnasîn û hevdîtina xwe û Şêx Alî Riza Efendî dike. Dema min vê beşa ku qala Şêx Alî Riza efendî dike, xwend, ji bo ku min bi çavên xwe Şêx Alî Riza dîtibû, bejn û bala wî, ruyê wî ê nûranî hate ber çavên min. Her sal, salê careke yan Şêx Alî Riza yan jî Şêx Selahaddîn dihatin navçeya me Licê û dibûne mêvanê apê min Cindî. Dema ew dihatin, mala apê min dibû wek xwepêşandanê, wek mitîngê ewqas qelebalix dibû. Ji hundirê xanî bigir hetanî baxçe û kuçeyên mehla me tije însan dibûn. Piranî mirûdên mala Şêx bûn û dihatin serlêdana wî, ew ziyaret dikir in. Ne tenê ji nav Licê, ji gundên Licê, ji gundên eşîra Şêx Mîran, gundên eşîra Zirkî, gundên pêşê kevir, Ji gundê Markê, ji Korxayê ku Şêx Saîd Efendî li wir bi kesayetiyên kurd re, bi konseya birêvebir a serîhildanê re civîn çêkiribû û kalikê min (Alî Axayê mala Hecî Usman)bi xwe jî beşdarê wê civînê bûbû. Werhasil, kî pê bihesiya ku Şêx hatiye Licê, dihatin ji bo tîtina wî. Ji bo ku kalikê min û çend birayên wî, pismamên wî, gelek mirovên wî û bi sedan kesên ji eşîra me, eşîra Şêx Mîran di serîhildana Şêx Saîd Efendî de şehîd ketibû û hersal bav û apên min, kesayetiyên giregir ji eşîra me, eşîra Şêx Mîran diçûn Kolhesarê, loma jî ew jî hersal dihatin Licê bi mirûdên xwe re hevdîtin pêk dianiyan, sohbet dikirin. Dema kalikê min di serîhildana Şêx Saîd Efendî de şehîd dikeve, bavê min bebika di qumatekê de 40 rojî bûye.
Di beşa ”girtin û salên min ên siyasetê de” Dr. Nacî Kutlay behsa gelek tiştan dike. Ew behsa girtina xwe jî dike ku ji alî dewleta dagirker ve tê girtin û wî diavêjin zîndanê. Polîs û ajanên Mîtê(Teşkîlata Îstîxbarata Tirkan) di mala Dr. Nacî de pirtûka ”Memê Alan” ku Nuredîn Zaza ji bo çapê amade kiribû û biryarên kongreya ”Komeleya Xwendekarên Kurd” ya li Ewropayê digrin. Paşê jî di girtina 49 kesayetiyên kurd de jî Dr. Nacî û 48 rewşenbîrên kurd têne girtin. Di nav wan 49 kesayetiyan de herdu Saîd (Saîd Elçî û Saîd Kirmizîtoprak) jî hene.
Dr. Nacî Kutlay di bîranînên xwe de behsa Ziya Şerefhanoglu, Yaşar Kaya, Musa Anter, Dr. Şivan, Saîd Elçî, Azîz Baban, Abdurrahman Dure, Faîk Bucak, M. Alî Aybar, Alî Qazî, Mîhrî Bellî, M. Emîn Bozarslan, Kovara Bariş Dunyasî/Cîhana Aşîtiyê, Kovara Deng, kovara Yenî Akiş/Herikandina Nû, Ruhî Su, Îsmaîl Beşîkçî, Ermeniyên Diyarbekirê, Serîhildana Dêrsimê, Serîhildana Şêx Saîd û Agriyê û hwd, qala gelekan û gelek tiştan, gelek bûyeran dike. Lê bala min kişand, ew qala birêz Kemal Burkay nake. Dr. Nacî û van gelek kesayetiyên kurd çawa hevûdu nas kirine, çawa hevûdû dîtine û bi hevre çi xeber dane, çawa sohbet kirine, qal dike, lê qet qala hevûdû nasîna xwe û K. Burkay, qala hevûdu dîtina xwe û wî qet nake. Beriya xwendina bîranînên Dr. Nacî, min bîranînên Musa Anter xwendibû., wî jî qet behsa Kemal Burkay nekiribû. Diyare Musa Anter û Dr. Nacî ji Kek Kemal hez nekirine ku loma jî bi yek gotinek, yek rêzek, yek hevokek jî behsa wî nekirine.
Dr. Nacî behsa Dr. Şivan dike û dibêje; ”Ew beriya ku here başurê Kurdistanê, hate Agriyê, şevek bû mêvanê min. Dr. Şivan beriya ku here başurê Kurdistanê dîtinên wî hatibû guhertin û êdî li dij Şêx û Axayên kurd û li dij Amerîkayê nebû. Êdî wî dîtinên berê ên sosyalîst nediparast. Dr. Şivan li dij Amerîkayêbûyinê şaş didît.”
Dr. Nacî ji bo Saîd Elçî gelek gotinên hêja, tiştên baş û qenc dibêje. Herweha ew bi gotinên baş û qenc behsa serokê şaredariya Agriyê ê berê Urfan Alpaslan/Serdar Ararat jî dike. Dr. Nacî behsa çend kovarên ku beriya salên heftêyî ji alî kurdan ve derketine, hatine weşandin dike û dibêje : ”Min çîrokek Maksîm Gorkî wergerand kurdî û ji kovara Deng re şiyand, lê neweşandin.” Wek min li jor gotibû; Dr. Nacî paşê du pirtûk wergeran kurdî û romaneke bi kurdî nivîsî û weşand. Lêbelê pirtûkên ku bi tirkî nivîsiye gelek in. Ew jî hemû pirtûkên lêkolînî û şîroveyên li ser doza netewa kurd, pêvajoya nasnameya kurdan û hwd in.
Bîranînên Dr. Nacî Kutlay nîvco ye. Wî bîranînên xwe yên salê sirgûniyê, jiyana penaberî ya li Swêdê, kar û xebatên siyasî û rêxistinî yên li Swêdê, damezrandina ”Platforma Welatparêz” û weşana kovara ”Bergeh” û hwd, nenivîsiye. Ji xwe ew bi xwe dibêje; ”Niha ez naxwazim bîranînên xwe yên 30 salên dawî binivîsim.”
Lê, bi min divê binivîse. Wek cîlda duyem bîranînên xwe yên 30 salên dawî jî binivîse. Wî bi kesên cuda yên serbixwe ku ji tradîsyonên siyasî yên cuda hatibûn, siyasetmedarên ku ji partî û rêxistinên kurdan ên cuda, cuda veqetiyabû ango kesên ku berê di Riya Azadî de, Rizgariyê de, Ala Rizgariyê de, Kuk/Pdkê de, Ddkdê de xebitîbû û paşê veqetiyabû, van kesan anîbû cemhev û bi wan re platformeke welatparêz a siyasî damezrandibû. Paşê çibû: Ev platform çima belav bû? Kovara Bergeh çima hate girtin? Ji wê platformê kî çû Pdk/Bakur? Û Kdp/Bakur çawa hate damezrandin? Bi min divê Dr. Nacî vana binivîse.
Dr. Nacî Kutlay demeke di rojnameya ”Gundem/Rojev”ê de jî nivîsî. Paşê dev ji nivîsîna di rojnameya ”Gundem/Rojev”ê berda. Gelo çibû? Çima dev jê berda? Hinek Tvên tirkan bi wî re program/bername çêkirin û weşandin. Mijarên wan bernameyan çibû?
Werhasil gelek tişt hene ku divê Dr. Nacî di bîranînên xwe de qal bike. Di pirtûka xwe ya bîranînan de hinek tişt ne bi teferuat, wek yek rêzek, yek hevokek bahs dike ku ew tişt bala mirov dikşîne. Wek mînak; dema ew çûye Moskovayê çûye serlêdana gorîstana Nazim Hîkmet ê kemalîst û sosyal şoven. Gelo ew qet çûye gorîstana/ser mezelê Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran. Di beşa wêneyên di pirtûka wî a bîranînê de wêneya wî û Azz Nesîn û Tahsîn Saraç heye. Tahsîn Saraç jî wek Cemal Sureya beriya ku bimre gotiye ku ew kurd e. Azîz Nesîn jî kurê wî gotiye ku ew kurd in. Gelo Dr. Nacî û van herdu rewşenbîran bi hevre çi axifîn.
Nivîsa min dirêj bû. Ez zêde dirêj nekim. Bi hêviya ku cîlda duyem a bîranînên Dr. Nacî derkeve û em xwendevan bixwînin.
…………………………………..
(*)Naci Kutlay nivîskar û siyasetmedarekê kurd e. Di sala 1931ê de li Agiriyê hatiye dinyayê. Niha temenê wî 95 salî ye.
Berhemên wî :
- İttihat Terakki ve Kürtler - Yekîtî û Pêşveçûn û Kurd
- Kürt kimliğinin oluşum süreci - Pêvajoya pêkhatina nasnameya kurdî.
- Kürtlerde değişim ve milliyetçilik - Guhertin û netewperestî di Kurdan de.
- Osmanlı'dan günümüze Kürtler: Kürdoloji notları - Kurd ji Împaratoriya Osmanî heta îro: Nîşanên Kurdolojiyê
- Kürt kimliǧi: oluşum süreci - Nasnameya Kurdî: Pêvajoya pêkhatinê.