Bîranînên Şêx Mahmûdê Farqînî

Lokman Polat

Lokman Polat

Piştî 25 salan ez hêj nû ji sirgûnê, ji koçberiyê vegeriyabûm bakurê Kurdistanê, Amedê. Li qahwexaneyê bi tesadufî min birêz Şêx Mahmûd Yeşîl nas kir. Ew nasekî hevalê min bû û dema ew hate qahwexaneyê, em runiştî bû, wî em dîtin û hate cem me. Nasê min me bi hevûdu da nasîn.

Piştî hevûdu nasînê wî got : ”Kurê min Rojvan li Swêdê ye.” Min gote ku; ”Ez wî nas dikim. Em hevalên hev in. Demeke me di heman partiyê de bi hevre kar û xebat kiriye.” Lê min bi meraq jê pirsî, min got : ” Navê Rojvan nasnavekî ji bo xwerû kurdî ye û siyasî ye yan bi rastî jî bi rastî jî di nasnameya wî a fermî ya dewletê de jî ev navê wî ye?” Şêx bersîv da û got : ” Di nasnameyê de jî navê wî ev e.” Min jê re got: ”Piraniya navên kurdan ji ber bandora ola Îslamê navên arebî ne. Tu digel ku Şêxî jî waye te navê kurdî li kurê xwe daniye.”

Dema niha ez li salên navbera 1970 û 1980yî dinêrim, em di bin bandora çepîtiyê de bûn û me prensîb û têkoşîna antî kolonyalîst, antî emperyalîst û antî feodalîzmê derdixist pêş. Wê demê Rizgarîciyan û partî û rêxistinên din ji bo feodalîzm hedef e yan asteng e, serûgohên hev dixwarin. Lê di wê demê de û niha jî gelek şêx û mele, axa û mîrê kurdan kurdperwer bû, welatparêz bû. Axir ew dem jî demek bû, merhaleyek bû em tê de derbas bûn. Rastiyên ku em îro dibînin, me ew dem nedidît, nedîtibû.

Niha ez ê werime danasîn û nirxandina pirtûka bîranînên Şêx Mahmûdê Farqînî/ Şêx Mahmûd Yeşîl. Navê pirtûkê ”Desteyek ji çîroka jiyana min” e. Pirtûk di nav weşanên ”Doz”ê de li Stenbolê derketiye. (Weşanên Doz niha navenda xwe biriye Amedê.) Pirtûk 285 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de ”Albûma wêneyan” heye û di albûmê de 28 wêne hene. Wêneyên serokên Kurdistanê; Şêx Saîd Efendî, Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî, Celal Talebanî, Dr. Şivan û hwd, di albûmê de cih girtine.

Beriya ku ez behsa naveroka pirtûkê bikim, dibe ku xwendevan meraq bikin, ev şêxîtî ji kur tê, şêx Mahmûd şêxê kur e? Di danasîna pirtûkê de ji alî weşanxaneyê ve weha tê gotin: ”Şêx Mahmûd Yeşîl ji malbata şêxên Baxça ye. Birarziyê Şêx Ezîz e ku di sala 1925an de pêşkêşiya tevgera kurd a herêma silîva kiribû. Mahmûd Yeşîl di salên 50yî de dest bi xebata siyasî ya aktîf kiriye û bûye şahidê hin bûyerên girîng ên dîroka me ya nêzîk.” Binêrin berga dawî.

Di bîranînên Şêx Mahmûd de diyar dibe ku malbata wan şêx in, malbatek olî ne, lêbelê di esasê xwe de malbateke welatparêz in, kurdperwer in. Pirtûka bîranînê ji şeş beşan pêk tê. Ez ê neqala şeş beşan bikim. Ez ê qala hinek beşan û hinek bûyerên ku bala min kişandiye, bi xwendevanan re parve bikim.

Şêx Mahmûd di pêşgotina pirtûkê de sedemê nivîsîna xwe rave dike. (Xwezî gelek şexsiyet/kesayetî, siyasetmedar û rewşenbîrên kurd wek wî bikira û bîranînên xwe binivîsiya. Dema ez kurdekî rewşenbîr, nivîskarê bi emir/temendirên û siyasetmedar ku temenên wan li ser 70 salî ye dibînim, pê re diaxifim, sohbet dikim, jê daxwaz dikim û dibêjim;”Bîranînên xwe binivîse.” Herî dawî min ji birêz Mehmed Emîn Bozarslan, Saîd Aydogmuş û Mumtaz Kotan re gotibû ku ew bîranînên xwe binivîsin. Ez hêvîdarim ku ev hersê rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û şexsiyetên kurd bîranînên xwe binivîsin. Helbet digel van hersêyan gelek kesayetiyên/şexsiyetên kurd yên din jî hene ku mirov dixwaze ew jî bîranînên xwe binivîsin.

Wek mînak; Şêx Mahmûd di destpêka pirtûka xwe ya bîranînê de behsa malbata xwe dike. Malbata wî malbateke dîndar/oldar, olperest û welatparêz e. Malbata wan beşdarî serîhildana Şêx Saîd Efendî dibe. Piştî têkçûna serîhildanê bûyerên ku li wir li herêma Farqînê/Silîvanê diqewimin û kuştinên ku li wir pêk tên tê qal kirin. Malbata Şêx Mahmûd piştî têkçûna serîhildanê gelek zahmetî kişandine û hinekên wan hatine kuştin. Heger wî van bûyeran qal nekira dê xwendevan û herweha neslên nû nizaniba. Lê bi qalkirina wî zarok û neviyên wî dema pirtûka wî a bîranînê bixwînin dê bizanibim di wê demê de çibûye, çi qewimiye û çi hatiye serê malbata bav û kalên wan.

Şêx Mahmûd di pirtûka xwe de behsa naveroka nameyeke Şêx Saîd Efendî dike. Şêx Saîd Efendî vê nameyê ji axa, beg/mîr, şêx û hemû giregirên kesayetiyên silîva/farqînî re şiyandiye. Wî gazî wan kiriye ku ew li hemberê dewleta dagirker/komara kemalîst serî hildin, têbikoşin. Di vê nameya gazîkirinê de jî diyar dibe ku; Şêx Saîd Efendî bi qasê ku dînî/olî bû, ewqas jî netewî bû, kurdperwer bû, welatparêz bû. Ew serokekî netewî ê kurdan e û dê hertim, her dem di dilê kurdan, kurdperweran de bijî.

Di pirtûkê de behsa qetlîama ermeniyan û xilaskirina hinek ermenî ji alî kurdan ve tê qal kirin. Bav û kalên Şêx Mahmûd malbateke ermenî /jinek û sê zarokên wê/ ji kuştinê xilas dikin.

Şêx Mahmûd behsa jiyana xwe ya siyasî û rêxistinî dike. Pêşî ew û hinek farqînî bi navê ”Partî Demokrat a Kurdistanê” partiyeke mehelî/heremî dadimezrînin, paşê PDK-T tê damezrandin û ew dikevin nav refê vê partiyê. Piştre ew ji wir vediqetin dibine endamê partiya ku Birêz Mehmed Emîn Bozarslan damezrandiye. Dure ew partiya Bozarslan tê fesihkirin û ew bi partiya Dr. Şivan/Saîd Kirmizîtoprak re têkilî datînin. Di hilbijartina senatoyê ya sala 1966an de piştgiriya TÎPê/Partiya Karkerên Tirkiyê dikin.

Şêx Mahmûd di bîranên xwe de behsa Canîp Yildirim, M. Alî Aybar û gelek kesayetiyên din ên siyasetmedar dike. TÎPa berê ji ya niha baştir bû. TÎPa niha tam partiyeke kemalîst, sosyal faşîst, şoven e, neteweperestiya tirkçîtiyê diparêze. Dema min pirtûka bîranînên Şêx Mahmûd dixwend, wî qala TÎPa berê dikir, namzetê TÎPa nû rexne li AKPê digirt ku çima AKPê  merşa/sirûda `Andimiz/sonda me` ku sirûdeke faşîst û nîjadperest a tirkan e, çima AKPê vê sirûdê rakirine. Partiyeke Xwedêgiravî çep û sosyalîst, di lîsteya Hadepê/Dem-Parê de 3 wekîl bi rayên kurdan hatibû hilbijartin, radibe dibêje merşa/sirûda nîjadperestiya tirkçîtiyê ranekin bila bidome. Ev jî nîşana sosyal faşîstiya wan, nîjadperestî û sosyal şoventiya wan e.

Di nav kurdên dema salên 1960 û 1971ê de xwepêşandanên rojhilatê ku bi tirkî jê re digotin `Dogu Mitînglerî` çawa dest pê kiriye û çawa pêk hatiye tê qal kirin. Rola wan mitînggan/xwepêşandanan di şiyarbûna kurdan de gelek mezin e, girîng e. Di wan mitîngan de daxwaza heq û hiqûqên kurdan, mafê kurdan dihat vegotin û di xwepêşandanan de bi kurdî dihat axaftin. Ev mîtîng/xwepêşandan di dîroka kurdan a nêzîk de ciheke girîng digrin.

Di pirtûka bîranînê de Şêx Mahmûd bi erênî gelek qala Mehdî Zana dike. Di wan xwepêşandanên rojhilat de M. Zana jî roleke baş û serketî pêk aniye. Li Farqînê pîrozkirina cejna Newrozê, damezrandina DDKOyê, Dr. Şivan, Faîk Savaş, Dr. Yusuf Azîzoglu di bîranînên Şêx Mahmûd de têne qalkirin.

Şêx Mahmûd ji darbeya 12ê Adara 1971ê heta 12ê Îlona 1980yî çi dîtiye, ji çi re bûye şahid, çi hatiye serê wî û serê hinek kurdan, yekoyek wek serborî û serpêhatiyên xwe qal kiriye. Ev beşa herî dirêj a pirtûkê ye û ji rûpela 169 dest pê dike hetanî 267 yanî tam 98 rûpel e. Di pêveka pirtûkê de jî helbesta bi seravê ``şehnameya Şehîdan`` helbesteka Cegerxwîn heye. Dure jî îndeksa navan û albûma wêneyan/fotoyan hene.

Di dema darbeya 12ê Adarê de Şêx Mahmûd, damezrînerên komeleya DDKO ya Farqînê û ji dewerên din gelek kurdên welatparêz digrin, dibine hepisxaneyê. Li hepisxaneyê rewşa girtiyan, nakokiyên di nav girtiyên siyasî de, dubendiya siyasiyên alîgirên TÎPê û yên welatparêzên kurd û sedema girtina rahmetî Edîp Karahan baş û xweş hatiye qal kirin.

Şêx Mahmûd di dema darbeya 12ê îlonê de jî tê girtin. Di lêpirsînê de dipirsin ku çima wî navê kurê xwe û navê dikanê xwe bi kurdî daniye.

Dema kurdên başur ji ber xezeba dîktatorê faşîst Saddam Huseyin ku çekên kîmyewî li hemberê kurdan bi kar anî, naçar man û reviyan hatin bakurê Kurdistanê, Şêx Mahmûd, Îbrahîm Baykal ê Liceyî û gelek xelkên Amedê bi wan re bûn alîkar. Şêx Mahmûd di bîranînên xwe de behsa alîkariya bi kurdên başur re dike. Di bîranînên Şêx Mahmûd de tişteke balkêş jî qalkirina rojnamevana almanî ya navdar Lîssy Schmîdt (Mîlena Ergen) e. Ev rojnamevan piştgirê doza netewa kurd bû û wê gelek piştgirî û alîkariya kurdan kiribû. Ew fêrê kurdî bûbû, bi kurdî diaxifiya. Lewre jî wê xişma dijminên kurdan kişandibû ser xwe û ji alî ajanên Saddamê faşîst ve li başurê Kurdistanê bi sûîqastê hatibû kuştin.

Dema min pirtûka bîranînên Şêx Mahmûd dixwend, şerê Îsraîl û Filîstîniyan/Hamasê dest pê kir. Hinek kurdên li dijê Îsraîlê piştgiriya Fîlîstîniyan dikir û ji bo parastina wan li Amedê meş/mitîng/xwepêşandan amade dikir, wêneyên fermandarekî tecawizker ê filîstînî li ser birca Amedê eliqandin û propaganda piştgiriya filîstîniyan dikirin. Di bîranînên Şêx Mahmûd de li cihê ku qala kuştina rojnamevana almanî dike, Lîssy Schmîdt tişteke bahs dike. Ew behsa dîlên/êsîrên di destê pêşmergeyan de dike. Wek tê zanîn filîstîniyan digel artêşa Saddam li hemberê kurdan şer kiribû û hinekên wan dîl/êsîr ketibû destê pêşmergeyan.

Ez ê nivîsa xwe bi qalkirina Lîssy Schmîdt bi dawî bînim.

Lîssy li Hewlêrê ji xwe re digere, dibîne ku hinek kes li derekê ku çar aliyê wê bi têlan hatiye girtin bi topê dileyîzin. Pêşmerge jî li dora wê derê nobet digirin. Lîssy dipirse: ”Ev çi ye? ” Dibêjin : ”Ew ên ku bi topê dileyîzin filîstînî ne, hatine şerê me bikin, me jî ew dîl/êsîr girtine. Ew ji xwe re bi topê dileyîzin, em jî notirvaniya wan dikin.” Lîssy bi çavên xwe bawer nake:

  • Niha ev rast e? Filîstîniyan lê xistine heta vir hatine ji bo ku şerê kurdan bikin?!
  • Belê, eger tu bawer nakî here bi wan re bipeyive!
  • Çima hûn wan xweyî dikin? Eger ew qas rê lê xistibin hatibin şerê we bikin, lê bixin bikujin!
  • Nabe, serok Barzanî qebûl nake, dibêje divê hên jiyana kesên ku di şer de dîl dikevin biparêzin!
  • Tevî van bêîmkaniyan hên wan xweyî dikin?
  • Wele carinan nan tune ye ku em bixwin, lê em nanê wan kêm nakin.

Ez rahmetî Şêx Mahmûd bi rêz bibîr tînim. Wî baş kiriye ku bîranînên xwe nivîsiye. Bila ruhê wî şad be, mekanê wî bihuşt be.