Bîranînên welatparêzê Kurd; Ekrem Cemîl Paşa

Lokman Polat

Lokman Polat

ÇEND GOTIN :

Niha 100 saliya damezrandina komara tirk tê pîroz kirin. Kurdên ku bi wan re hest û ruhê kurdayetî tune, yên ku li doza netewa kurd xwedî dernakevin û naparêzin jî damezrandina komara nîjadperest a kemalîst pîroz dikin. Komara kemalîst a tirk ne li Ankarê li Lozanê hatiye damezrandin. Damezrînerê wê jî ne tirk, îngilîz bi xwe ne.

Dîroka fermî a dewleta kemalîst li ser derewan hatiye avakirin. Wan li ser bingeha derewan ji xwe re dîrokeke fermî a ji derewan pêk hatiye nivîsîne û ev bûye dîtinên fermî. Wan civaka Tirk û gelên din bi van derewan xapandin e. Ji bo mirov dema sed sal berê û kemalîzmê baş bizanibe divê mirov pirtûkên lêkolînî yên lêkolînerên kurd û ewropîyan û herweha pirtûkên bîranînê yên rewşenbîr û siyasetmedarê welatparêzên kurd bixwîne. Di wan pirtûkan de rastiya wê demê û rewşa kurdan û herweha derewên kemalîstan tê qal kirin.

Ez ê di malpera Nûpela Nû de car caran derbarê pirtûkên bîranînê û lêkolînî gotar binivîsim, wan pirtûkan binirxînim, şîrove bikim. Herweha derbarê romanên kurdî de jî nirxandinên xwe bidomînim.

Ji hêla nirxandin û şîroveyên siyasî ve jî dema pêwîst be ez ê gotar/nivîs binivîsim. Lê ez dizanim ku yên di malperê de şîroveyên siyasî binivîsin dê hîn baştir rewşa siyasî binirxînin. Baweriya min bi siyaseta PWK(Partîya Welatparêzên Kurd) heye û ez dizanim û dinasim ku siyasetmedarên PWKê dê bi siyaseteke rast û durist, siyaseteke li ser bingeha kurdayetiyê ya ji bo doza netewa kurd û Kurdistanê bimeşînin.

Ez di vê baweriyê de me ku dê di pêşerojê de pêngavên baş bêne avêtin, hewldanên baş pêk werin û doza netewî û demokratîk a Kurd û Kurdistanê dê bikeve merhaleyeke nû û di riya serketinê de bimeşe.

Niha ez ê bi danasîn, nirxandin û şîroveya pirtûka bîranînên Ekrem Cemîlpaşa dest pê bikim.

Pirtûka ‘‘Doza Kurdistan’‘,‘‘Dîroka Kurdistanê’‘ û ‘‘Kurtejiyana Min’‘ sê pirtûkên hêjane ku Ekrem Cemîl Paşa û Kedrî Cemîl Paşa nivîsîne û ji nifşê nû ên kurd re wek diyarî hêştine. Min van hersê pirtûkan dema ez li welat bûm, min xwendibû. Ji bo nivîsa xwe min carek din ew xwend. Di hersê pirtûkan de hest û ruhê kurd û Kurdistanî heye.

Ekrem Cemîl Paşa di destpêka bîranînên xwe de behsa biçûkiya xwe, zarokên Amedê, bajarê Amedê û gundê Ambarê û herweha behsa malbata xwe dike. Malbata mala Cemîl Paşa malbatek arîstokrat in, dewlemend in, xwenda ne û welatparêz in, kurdperwer in.

Ekrem Cemîl Paşa behsa xwendina xwe ya li dibistana Stenbolê û hişyarbûna millî/netewî a ji bo doza kurd û Kurdistanê dike. Di dibistanê de xwendevanên kurd, tirk, laz, çerkez, arnawid, boşnak, rum û ermenî hene, lê navbera xwendevanên kurd û tirkan nebaş e. Xwendevanên/talebeyên tirk xwestine li dibistanê li hemberê talebeyên din zilm û zordarî bikin, lêbelê talebeyên kurd li hemberê wan derketine, di navbera wan de şer û pevçûn çêbûye. Ji talebeyên tirkan 5 kes birîndar bûne, ji kurdan yek kesek jî birîndar nebûye. Talebeyên kurd baş li wan talebeyên tirkên tirsonek dane. Lê, mixabin ku Îngilîzan ji van tirkên tirsonek re dewlet damezrandin. Herweha netenê ji tirkan re ji faris û areban re jî dewlet damezrandin û Kurdistanê di nav wan de parçe kirin.

Talebeyên kurd li Stenbolê bi navê ‘‘Hêvî kurd talebe cemiyetî’‘ rêxistineka netewî û demokratîk a xwendevanan damezrînin. Piştî damezrandina rêxistina Hêvî Hamza Begê Muksî, Bedîulzeman Mele Saîdê Kurdî û hinek kurdên din bi navê ‘‘Cemiyeta Kurdistanê’‘ li Stenbolê rêxistinek siyasî damezrînin. Damezrandina van herdu rêxistinan ji bo geşbûna hestên netewî di nav kurdan de dibe pêleke geşbûnê û belav dibe, hestên netewî geş dibe, pêş dikeve.

Ekrem Cemîl Paşa di bîranînên xwe de behsa Xelîl Xeyalî dike, dibêje; ‘‘Wî pêşî li Amedê dibîstan xwendibû û paşê hatibû Stenbolê. Ew bi fransî, farisî, tirkî, arebî, kurdî/kurmancî û zazakî zanibû. Wî talebeyên kurd yên li Stenbolê dicivandin û ji wan re behsa doza netewa kurd û Kurdistanê, çand,  edebiyat û dîroka kurdan dikir.

Cemiyeta Kurdistanê bi navê ‘‘Rojî Kurd’‘ û ‘‘Hetawî Kurd’‘ du rojname diweşîne. Di pirtûka bîranînan de bi berferehî behsa şerê cîhanê a yekem û di encama şer de li Kurdistanê destpêkirina birçîbûnê, xelayê tê qal kirin.

Herweha durûtî, bêbextî, derew û xapandina Mistefa Kemal ku hinek kurdan çawa xapandiye, tê qal kirin. Ekrem Cemîl Paşa di bîranînên xwe de qala durûtî û derewên Mistefa Kemal dike. M. Kemal ji gelek cihan re, ji kurdan re telgraf, peyam dişîne û dibêje; ’‘kurd û tirk bira ne. Em biserkevin dê kurd hemû mafên xwe yên netewî û demokratîk wergirin.’‘

M. Kemal zilamekî qurnaz, hesûd, durû, derewçîn û xapînok bûye. Bi waadên derew kurdan xapand û dema bû desthilatdar hebûna kurdan înkar kir, tu mafekî kurdan neda û li hemberê kurdan qetlîam pêk anî, li kurdan zilm û zordarî kir, kurd kuşt. M/ Kemal zilamê îngilîzan bû û îngilîzan jê re komara Tirkiyê damezrandin û wî kirin serokcumhur. (Îngilîzan ji areban re jî panzdeh dewlet çêkirin, ji farisan re dewletek şehînşahî çêkirin, lê ji bo kû kîna wan a li hemberê kurdan kîneka dîrokî a ji dema Selhadînê Eyubî ve mabû, loma welatê kurdan Kurdistanê kirin çar parçe û nehêştin yek dewletek kurdan çêbibe. Dema li rojhilatê Kurdistanê  komara Kurdistanê li Mahabatê hate damezrandin, îngilîz ketin nav lîstikê û bi Stalîn re peyman çêkirin, gotin; ‘‘piştgiriya xwe ji kurdan qut bikin, Îranê  ji me re bihêlin em ê jî Romanyayê bidine we.’‘ Rûsan piştgirî û alîkarî nedan kurdan, îngîlîzan Şah anî ser hikûm û pê komara Kurdistanê da xerabkirin, serokê Kurdan Qazî Muhamed da darvekirinê. Di referanduma başurê Kurdistanê de jî dewleta ku bi tundî li dijê serxwebûna kurdan derket di serî de îngilîz bûn. Dewleta Îngilîz bi dewleta dagirker K.T/T.C. û komara siyasî îslama hov/Îdam Cumhurîyetiya Îranê re bû yek û li hemberê serxwebûna başurê kurdistanê derket. Têbiniya min. Lokman Polat.)

Ekrem Cemîl Paşa dibêje : ‘‘Bi peymana Lozanê dewleta emperyalîst a Îngilîz bi peymana Sewrê hemû mafên kurdan, heq û hiqûqên wan binpê kirin. Dewleta Îngilîz kurdan di bazara koleyan de wek kole firot da Mistefa Kemal û Kral Faysal.‘‘

Nîjadperestî, zilm û zordariya ku dewleta dagirker a kemalîst li hemberê kurdan pêk aniye, sirgûniya kurdan di bîranînên Ekrem Cemîl Paşa de tê qal kirin. Wî gelek baş kiriye ku bîranînên xwe nivîsiye. Ji bîranînên wî mirov di derbarê wê dema çûyî de gelek tişt fêr dibe.

Ez ê derbarê pirtûkên bîranînan de nivîs/gotarên xwe yên nirxandin û şîroveyî bidomînim.