Birayê Pêşmergeyê Şehîd Tariq Qadir li ser bûyerê axivî  

.

Sabir Qadir, Birayê Pêşmergeyê Şehîd Tariq Qadir axivî û got: “Cihê ku birayê min lê şehîd bû, rêyeke sereke ye û ji gund kîlometreyek dûr e.

Çend sal in, Şehîd Pêşmerge Tariq Qadir, li nexweşxaneyan digeriya, da ku hevjîn û keça xwe tedawî bike. Lê şeva din ji ber bombeyeke ku ji aliyê PKKê ve hatibû vedan, şehîd bû.

Li sînorê nahiya Sîdekan, bombeyeke ji aliyê endamên PKKê ve hatibû vedan, bi wesayîtekê de teqiya û di encamê de Pêşmerge Tariq Qadir şehîd bû û Pêşmerge Mizefer Ferhad jî birîndar bû.

Sabir Qadir, Birayê Şehîd Tariq ji K24ê re got: “Cihê ku birayê min lê şehîd bû, rêyeke sereke ye û ji gund kîlometreyek dûr e. Ew der rêyeke serbazî nîne, em nizanin çima PKKê mayîn li wê daniye.”

Herwiha da zanîn: “Birayê min ji sala 1997an ve Pêşmerge ye û sê keç û kurekî wî hene, hevjîn û keça wî çend sal in tûşî nexweşiyeke demdirêj bûne, çendîn car ji bo tedawiyê serdana nexweşxaneyên Hewlêr, Duhok û Tehranê kiriye.”

Sabir Qadir destnîşan kir: “Berî niha jî pismamê min bi destê çekdarên PKKê hat şehîdkirin.”

Qadir eşkere dike: “Piştî bûyerê, ji aliyê Pêşmergeyê ku birîndar bû (Mizefer Ferhad) em hatin agahdarkirin ku mayîn teqiyaye û ew çûne nexweşxaneyê.”

Sabir Qadir ji PKKê daxwaz dike, şer ji devera wan dûr bixe û eniyên xwe bibe nav axa Bakurê Kurdistanê.

Fermandarê Fermandariya Helgurd a Hêzên Pêşmerge Behram Erîf Yasîn li ser vê mijarê diyar kir, demek e PKKê dest bi vedana mayînan kiriye û vê jî metirsiyeke mezin bo jiyana welatiyan derxistiye holê.

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'