Birêveçûna çalakiyên banghêjî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê

.

Endam û alîgirên Hizba Demorkat li bajarên weke Sine, Mihabad û Urmiye bona piştevanîkirin li Hizbê çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Pêka girte vîdyoyên ku gihîştine bi odeya Nûçegihaniya Navenda Ragihandina Hizba Demokrat, roja Yekşmî 20`ê Xakelêweya 1402`an a Rojî, endamên bivêr û çavnetiris yên Hizba Demokrat li bajarê Sine, bi hildana alaya pîroz a Kurdistanê û logoya Hizbê çalakiyên bangihêjî lidar xistin.

Endam û alîgirên bivêr û çeleng yên Hizbê bi belavkirina sirûda şoreşgerî ya “Bijî Demokrat” û herwisa hildana ala pîroz a Kurdistanê û logoya Hizbê li bilindahiyên wî bajarî de, carek din peymana emegnasiya xwe digel Hizb û rêbaza şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê nû kirin.

Herwisa endam û alîgirên Hizba Demorkat li bajaroka Karxaneqenda girêdayî Urmiyê, bi nivîsîna dirûşman çalakiyên banghêjî birêve birin û piştevaniya xwe bo Hizba Demokrat dubare kirin.

Ji aliyek din ve jî, endamên xebatkar yên Hizba Demokrat li gundê Kolîceya girêdayî Mihabadê, bona piştevanîkirin li Hizbê, bi belavkirina dehan poster û traktan, li ser berdewamkirina rê û rêbaza şehîdan tekezîkirin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî destxweşî û mandnebûn gotina ji endam û alîgirên navxweyî welat re, hêviya saxî û tendrustî û berdewambûna wan di birêvebirina erkên hizbî û nîştimanî de dixwaze.

Nûçe: Kurdiatan Media

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn