Birêz Özçelik, Peyama Sersaxîyê ji Birêz Nêçirvan Barzanî re şand

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Birêz Mustafa Özçelik, Peyama Sersaxîyê ji Birêz Nêçirvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Re Şand

Peyama Özçelik wîha ye:

“Birêz Nêçirvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Serokê Birêz

Me bi xemgînî bihîstîye ku Nîmet Xan a xaleta cenabê we çûye ber dilovanîya xwedê.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wê biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, sersaxî, sebir û metanetê ji cenabê we û ji hemû malbata we re, ji hemû hezkirîyên xaleta cenabê ya xwedê jê razîyê re dixwazim.

Em hevparên xema we ne.

Li gel rêzên xwe”

01.05.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e