Televîzyona CNNê zanyariyên ku ji du rayedarên ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi dest xistine belav kir.
Li gor zanyariyan, James Mattis biryarnameya vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê îmze kiriye.
Hat ragihandin ku di biryarnameyê de zanyariyên li ser dem û çawaniya vekişîna leşkerên Amerîkayê hatine diyarkirin, ku vekişîn piştî çend hefteyan dê dest pê bike û çend hefte berdewam bibe.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis piştî biryara Donald Trump a vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyê, ragihandibû ku ew dest ji kar dikşîne.
Li aliyekî din Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi riya telefonê axifîn. Trump naveroka wê axaftinê ji twîtira xwe eşkere dike û dibêje: “Erdogan ji wî re gotiye li Sûriyeyê şerê mayî ya dijî DAÎŞê ewê bikin û dawiya DAÎŞê bînin. Erdogan ew kes e ku dikare tiştê dibêje bike.”