Biryara beraetê ya ji doza Tahîr Elçî sewqî Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin

.

Doza ku der barê qetilkirina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de hatibû vekirin, di 12ê hezîrana 2024an de hatibû dîtin. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê derbarê polîsên bersûc Sînan Tabûr, Fuat Tan û Mesut Sevgî de biryara beraetê da.

Parêzerên malbata Tahîr Elçî biryar sewqî Dadgeha Îstînafê kirin. 10. Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Diyarbekirê îtîraz red kir. Di biryara dadgeha herêmî de hat îdiakirin ku “tu binpêkirina hiqûqê tune ye û li gorî hiqûqê ye.”

Weqfa Tahîr Elçî û parêzeran doz bir Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Piştre hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî, Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç, Serokê Weqfa Tahîr Elçî Mahsum Batî û parêzerên dozê li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyanî dan.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'