Bîryara girtina çawişê pispor hat dayîn!

Dozgerîyê daxwaza girtinê ji bo çawişê pispor Musa Orhan kir, ku ew bi êrişa cinsî jinek ciwan a 18 salî li Batmanê kiribû û pişt re jina ciwan xwe kuştibû. Ji bo Musa Orhan bîryara girtina wî hatîye dayîn.

Dozgerîyê li Êlihê daxwaza girtina çawişê pispor Musa Orhan ya di doza destdirêjîya cinsî de kir.

Ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê, ji bo girtina M.O. biryara girtinê hate dayîn.

Hêjayî gotinê ye ev bîryar piştî hemwelatîyên Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê li ser Twîtterê banga #MusaOrhanTutuklansin (MusaOrhanBilaBêGirtin) kiribûn û di demeke nêz de 400 hezar kes li ser vê bangê axivîn, hat dayîn

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e