Biryara ne hakimana/ne adilane!

.

Nuri Aldur

Di dema îdare û sîstema  Saddam Hiseynde, mîna hiquq - hemî beș û babetêndinjî li gor perwerdebûn û disiplîna  dîktatorî  û neînsanî bû. Kesên azad, fikrên azad û bawerîyên azad di bin hikmê dîktatorîyêde ya hîç nebûn anjî pir kêmbûn.

Û ev nêzîkî bîst salana ku sîstema Saddam nemaye, lê hêjî weke hemî beș û babetan hiquq jî bi perwerdebûneke demokratîkî, merovanî nehatîya avakirin û perwerdekirin. Ji xwe sîstem ser û binîheve û hemî tișt tevlîhev bûyîye – mîna di zimanê tirkîde têt gotin ku her tișt li Iraqê bûyîye mîna ”arap çorbasi.”

Û vêce heft kesên ku xwa hakim dinasin, radibin di derhaqa petrola Kurdistande biryardidin. Ewan nikarin karekî hakimana/adilana bikin, ji ber ku ewan ne hiquqzan û hiquqnasin. Ewan hebê nebê karin dest û birakên anjî xulamokên Nuri al Maliki û Haider al-Abadibin, kî her du jî serokwezîrên berê yê ku antî-kurd û Kurdistanin. Peydekirina pisporên hiquqê li Iraqa îro, mîna keșfkirina avê li Saharayêya. Haydê ji wê dere dalawêricîyê Baxdayê!

CUMHÛRÎYETA ÎSLAMÎ

Ji ber ku rejîm bi xwe, xwe cumhûrîyeteke îslamî  îlankirîye – di makezagon û jîyanawande kîtaba mûqades/quran, hazretî Ali, Omer, Hesen û Hiseyn, Kerbela, hatina Mehdî, dîn û ol her tim di bernamên wan yên rojanêdeye.

Lê hem di rojana me yên din de û her di yên wan bi xwe de jî – di heman demêde  girtîgeh, darvekirin/ÎDAMKIRIN, îșkence, tecawûz û îhracaatkirina felsefa wan ya genî û terorîzm  bo welat û derêndin di jîyana rojanêdeye.

Gelo ev çawa çêdibê? Hem dîn-îman-xweda û hem girtîgeh-îșkence- îdam pevre/bi hevre. Kûjan ji wan pêștir têt anjî kîjan yekemîn û kîjan duemîne. Bi gotinekedin ”ma hêk ji mirîșkêye anjî mirîșk ji hêkêye?”.

QANTIR NA ZÊ

Asayîșa rêveberîya xweser ya Rojavayê Kurdistanê hêjî û dîse rojnamevanan, nivîskaran û sîyasetmedarên kurd di revênê û xwedî, dost û hevalên van qurbanan nizanin ku ewan li kûne û di çi rewșêdene. Hûcûmî cihên/bûroyên dezgehan/nûçegehan dikin û wan xeradikin/texríbdikin. Evan trajedîyan demên cînayetên faîlî meçhûl yên bakurî Kurdistanê di salen 1990 an de tênê bîrame. AYBE, ȘERME, GUNEHA!

Piștî nêzîkî  bîst hezar șehîdan pêwîstbû rêveberîya Rojava;  hinekî dilbirahm, nefsbiçûk û hûmanîst – lê berî hemîtiștî kurdewarî bûbana. Eger hinek ji van hêvîyên em qaldikin biserkevin/têkevin jîyaname, emê hingî bikarin bibêjin ku qantirê zayîye.

 

BAWERΠ Û ȘEPIRZETÎ

Em di rojnamên tirkande dibînin ku her serê çend rojan HDP lî yan li Ankara, Îzmîrê, Adanê, Batmanê, Mêrdînê û li bajar û bajarokêndin digrin û dibine qarakol û hepisxanan. Em ji resim û rewșa wan kêlîyan fahmdikin anjî texmîndikin ku ewan kesên ku tirkan girtine kurdên emekdar, karker, karmend, feqîr û belengazin. Gelek ji wan kesan berbirsîyarên malbatên xwe û bavê zarokanin. Di rojnamên tirkan bi xwe de merov dixwênê û xwîyadike ku tu îspatên wan nînin ku ewan kesan sucdarin, lê bi îhtîmala ku BELKÎ DI DEMÊN WERÊDE, suc bikin anjî amadekarîya suc dikin hatine girtin. Rejîmeke ku bi navê allah û wallah xwe didê nasîn û qașo tarafdarê aștîyêye û dixwazê du dewletên di șerde lihevbînê – lê ne di xema wê de ye ku zarokên wan KÛRT KARDEȘLERÊ wê di malên xwe de feqîr û birçî, bê sermîyan û perîșan dijîn. Bi deh hezaran kurdên wilo bê suc di wan hepisxanên xwe de dihêlin û jîyanê li wan dikine cehneme. Dewletên zilm û ne demokrat wê bibînin ku zarok, brazî, xwarzê, xal, mam, pismam, xwișk, metik, û afretên van girtîyan, wên vê neheqî û barbarîya têt serê bav, mam, xal û neteweyênwan jibîrnekin û belkîjî evan nifșên bên hemberê dewletê wan hê kîndartir bike û dijminatîya wan kurtir û xurttir bike.

Kenên keran jî bi wan gotinên wan; HAQ -HIQUQ-EDALET nayê.

Nuri Aldur

 

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir