Biryara ragirtina geştên esmanî yên Iraq û herêma Kurdistanê hat dirêj kirin

Desteya balefirvanîya sivîl a Iraqê bi daxuyanîyekî ve aşkera kir, biryar hatîye dayîn ku hemû geştên balefirî yên ji Iraqê bo derveyî welat û ji derveyî welat ve bo Iraqê ragirtina wan hatîye dirêj kirin.

Navenda Nûçeyan - Li gor heman daxuyanîyê dema ragirtinê heta 22.05.2020ê dê berdewam be û ew biryar hemû balefirgehên Iraqê û balefirxaneyên herêma Kurdistanê jî digre navxwe û heta dema hatî dîyar kirin jî ti geşteke esmanî nayê kirin.

Berî naha jî desteya balefirvanîya sivîl a Iraqê biryara ragirtina hemû geştan bo heta roja 23.04.2020ê dabû.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e