Blinken: Mirina Nasrallah, wê ewlehiya Lubnanê û dinyayê zêdetir bike

.

Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken di civîna wezîrên karên derve ya Koalîsyona li dijî DEAŞê de li ser dijberiya navbera Lubnanê û Îsraîlê axifî.

Li ser kuştina Hasan Nasrallah Antony Blinken got ku herêm bê Nasrallah bêhtir bi ewleye û divê çareserî di rêya dîplomasiyê de be. Blinken weha dewam kir:

“Hasan Nasrallah ji kuştina Amerîkayiyan, Îsraîliyan, Lubnan û Sûriyeyiyan berpirs terorîstekî bê wijdan bû. Lubnan, herêm û dinya bê Nasrallah biewletire.

Em dixebitin bi hevkarên xwe re çareseriya dîplomasiyê bixin pêşiya her tiştî. Ji bo li Rojhilata Navîn îstîqrarekî berfireh bibe, tekane rê dîplomasiye. Amerîka hewlên xwe dewam dike.”

Blinken got ku DYA ji bo ewlehiya Îsraîlê wê temamê desteka xwe bide Îsraîlê û mafê Îsraîlê heye li hemberê tehdîdên herêmê xwe biparêze.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir