Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çend rojên bê de serdana Rojhilata Navîn bike.
Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çend rojên bê de serdana Rojhilata Navîn bike.
Serdana Antony Blinken piştî wê yekê tê ku vê sibê agirbest di navbera Îsraîl û hêzên Filistînî de li Xezzeyê hat ragihandin.
Antony Blinken li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye: “Di çend rojên bê de, ez ê serdana Rojhilata Navîn bikin.”
Herwiha eşkere kiriye: “Ez ê ligel Wezîrê Derve yê Îsraîlê û rayedarên din ên Îsraîlî û Filistînî û welatên herêmî bicivim.”