Li gor nûçeya peyamnêra Koşka Spî ya Bloomberg Newsê Jennifer Jacobs, “Erdogan red kiriye ku civanê bide Bolton” û Bolton jî niha serdana Tirkiyê bi dawî tîne.
John Bolton îro 8ê Çile sibehê li Enqerê bi Berevdkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re hevdîtineke bi qasî 2 saetan pêk anîbû.
Li gor îdiayan sedema betalkirina hevdîtina Bolton û Erdogan, guherîna planên Amerîkayê yên derbarê piştgiriya YPGê de ye.
Bloomberg Newsê li ser betalbûna hevdîtinê diyar kir, "Erdogan bi hinceta danîna şertên ji bo vekişîna ji Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve, hevdîtina ligel şêwirmendê Trump, Bolton red kir.”
Herwiha hat gotin ku Erdogan ji planên Amerîkayê gelekî hêrs bûye û rexneyên tund li Amerîkayê girtine.
(peyamakurd)