Bloomberg: Trump hejmarek siza li hember Tirkiyê îmza kir

.

Ajansa Bloomberg ragihand; Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî, hejmarek sizayên li dijî Tirkiyê îmze kir.

Li gor zanyariyên Bloombergê, Donald Trump hejmarek sizayên li dijî Tirkiyê îmze kir, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo pêşniyar kiribû, lê ajansê naveroka sizayan eşkere nekiriye.

Herwiha ragihandiye ku sizayên li dijî Tirkiyê li gor yasaya CAATSA dê werin sepandin.

Pêr ajansa Reuters jî ragihandibû ku Amerîka ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî, bi sepandina sizayên li dijî Tirkiyê mijûl e û "sepandina wan sizayan di nêz de ye".

Piştî kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, Washington gefa sepandina sizayan li Enqerê dixwe û biryar daye ku firokeyên F35 nede Tirkiyê.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e