Bo berevaniya Îdlibê rêxistineke nû: Ceyş El-Fetîh

Ketîbeyên opozisyonê, ji bo berevaniyê di ber Idlibê de bikin, artêşekî nû pêk tînin.

Ajansa nûçeyên Almanî ji jêderekî pile bilind yê opozisyona Sûriyê veguhestiye navê Ceyş El-Fetih li wê artêşê hatiye kirin û nêzîkî 75 hezar çekdar lixwe digire û ji girûpên, Cebhet Tehrîr Sûrya, Desteya Tehrîr El-Şam, El-Cebhe El-Weteniye, Ceyş El-Islam û Ceyş Tehrîr Idlib pêk tê.

Ajansa Almanî diyar kir, ku hemû çekdarên ji Xûta Rojhilatê Şamê, gundewarên Himsê û Şamê û yên parêzgeha Der'a, ku ji bo bakurê Sûriyê hatibûn veguhestin, tevlî wê artêşê bûne.

Berî çend rojan, serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, ku piştî serketina wan li Der'ayê, ewê berê xwe bidin parêzgeha Idlibê û wê jî kontrol bikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes