Bo çendîn civînên taybet pêk bînin du wezîrên Brîtanyayê serdana Hewlêrê dikin

.

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Wezîrê Hêzên Çekdarî yên Brîtanyayê, sibê bo çendîn civînên taybet pêk bînin, bi fermî serdana Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê dikin.

Serdana her du wezîran, bi mebesta gotûbêjkirina pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê ye.

Beriya niha, her du wezîr li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyabûn û tekezî li bihêzkirina pêwendiyên di navbera Iraq û Brîtanyayê de kiribûn, li ser bingeha wan zincîr rêkeftinên ku di serdana Kazimî de bo Brîtanya hatibûn îmzekirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne