Di nameyekê de ji bo Perlemana Yekîtiya Ewropa û sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî, aliyên siyasî û êlên li bakurê Sûriyê dijîn diyar kirine, ku di encama êrîşa Tirkiyê de li ser Efrînê, bêtirî 800 kesên sivîl hatine kuştin, herwiha nêzîkî 200 hezar kes bi zorê ji malên xwe hatine derxistin.
Di wê peyamê de, daxwaz ji herdu aliyan hatiye kirin, ku alîkariya meşextên Efrînê bikin, yên ku li navçeyên Helebê dijîn, herwiha daxwaza hêzên parastinê kirine, ji bo di bin siya hêzên aştîparêz de xelkê Efrînê li malên xwe vegerin.
Di beşekî din ê nameyê de, daxwaza şandina tîmên lêkolînê ji bo bajarê Efrînê kirine, da ku binpêkrinên artêşa Tirkiyê û bizavên guhertina demografî li wê deverê eşkere bikin.