Bo Feleknaz Ucayê, 15 sal ceza hat xwestin

Di derheqê Parlamentera Batmanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 15 sal ceza hat xwestin. Hat ragihandin, daxuyaniyên wê yên çapemeniyê û xebatên partiyê, bi çerçoveya 'endamtiya rêxistinê' hatiye nirxandin.

Parlamenter Feleknaz Uca beşdarî danişîna 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê nebû bes Parêzerê wê Mehmet Emin Aktar, lê amade bû.

Di danişînê de hat xwestin, çima ku Uca parlamenter e, di asta herî bilind de, bi endamtiya rêxistina terorê divê were darizandin û cezakirin.

Herwiha, di danişînê, de hemû daxuyaniyên Feleknaz Ucayê hatin rêzkirin.

Heyeta dadgehê, danişîna dozê taloq kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin