Bo gotûbêjkirina Rojavayê Kurdistanê John Bolton hate Enqerê

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê, John Bolton tevî şandekê gihîşte Enqerê.

John Bolton, dê bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtinan bike û derbarê pêwendiyên dualî, rewşa Sûriyê û çend mijarên din de bi berpirsên hikûmeta Tirkiyê re gotûbêjan bike.

 

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, îro Bolton ti hevdîtinan ligel rayedarên Tirkiyê pêk nayîne û dê sibe dest bi civîn û hevdîtinên xwe bike.

 

Hêjayî gotinê ye ku Bolton berî ku serdana Tirkiyê bike, çûbû Îsraîlê û li vê derê di derbarê egera operasyona Tirkiyê di nav axa Sûriyê de peyamên giring dabûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin