Di civîna îro de her yek ji Tevgera Goranê, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymana Demokrasî û Dadweriyê, Bizava Îslamî û Partiya Komunîst a Kurdistanê beşdar bûn û piştî civînê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz kir ku bila encamên helbijartinan werin betalkirin û ji nû ve werin lidarxistin.
‘BELGE LI BER DESTÊ ME HENE'
Herwisa di beşeke din a daxuyaniya xwe de dibêjin me belgeyên temam bi dest xistine ku sextekarî di encamên hilbijartinan de hatiye kirin û pêwîst e ew hilbijartin werin betalkirin.
Herwisa hate ragihandin ku lijneyek ji 6 partiyan hatiye avakirin ji bo ku serdana komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinan li lraqê bike.