Partiya Saadetê li ser hesabê xwe yê Twitterê yê kurdî helbestek li gel wêneyê Serokê xwe Temel Karamollaogluyî parve kir bê ku diyar bike bê ev gotin ên kê ne.
Bikarhênerên medyaya civakî yên kurd bertek dan vê parvekirinê ji ber ku navê xwediyê helbestê nehatiye nivîsîn û destûr jê nehatiye girtin.
Bikarhêner bi navê Tevfik Bayram bi tundî rexne li vê parvekirinê girtine û got, "Ma hûn dê diziya çanda Kurdan bikin û dengan ji wan bixwazin?"
Herwiha bikahênerê bi navê Kameranê Selma diyar kir ku ev gotinên helbesta Şirnexê ye û got, "ew wek gotinên Karamollaogluyî hatine nîşandan."
"BI NÊZÎKBÛNA HILBIJARTINAN, KURDÎ LI SER MEDYAYA CIVAKÎ ZÊDE DIBE"
Ji aliyê din ve, bi nêzîkbûna hilbijartinan, hinek partî û namzet hesabên kurdî vedikin yan jî parvekirinên bi zimanê kurdî dikin.
Li gel ku nehatiye piştrastkirin bê ev hesabê Partiya Saadetê fermî ye yan na, lê ev hesab ji di yekê Gulanê de hatiye vekirin.
Li aliyekî din Helbestvan Berken Bereh jî got: "Ezbenî, we perçek şi'ra min bê destûra min bi kar aniye, ji kerema xwe wê rakin."