Bogdanof û Qedrî Cemîl derbarê destûra Sûrîyê civîyan

Bogdanof û Qedrî Cemîl derencamên Komîteya Destura Sûrîyê gengeşe dikin .

Navenda Nûçeyan- Wezareta derve ya Rusîyê di beyannameyekê de ragehand, cêgrê wezîrê derve yê Rusîyê  Mîxayîl Bogdanov û serokê platforma Moskoyê Qedrî Cemîl encamên komîteya destura Sûrîyê li Cinêvê û karê wê komîteyê di paşerojê de di çarçoveya biryarên kongreya danûstandinên niştîmanî Surîyê li Soçî herweha biryara Encûmena Ewlehîyê hejmara 2254 gengeşe kirin .

Di 30yê Oktoberê de karê komîteya destura Sûrîyê li Cinêvê dest pêkir, ku 150 endam ji, hikumet, opozisyon û cvaka sivîl li xwe digre .

K24

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e