Bogdanov û ENKSê li Hewlêrê civîyan

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîkaîl Bogdanov îro li Hewlêrê bi şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) re civîya.

Navenda Nûçeyan- Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîkaîl Bogdanov li bajarê Hewlêrê bi Komîteya Pêwendîyên Derve ya ENKSê re civîya.

Endamê Komîteya Pêwnedîyên Derve ya ENKSê, Ibrahîm Biro derbarê vê mijarê de ji K24ê re ragihandib, ew ê di civîna bi Bogdanov de, pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê, tevgera hêzên Rûsyayê li Rojhilatê Firatê û herwiha mijara nivîsandina Destûra Sûrîyê gotûbêj bikin.

Mîkaîl Bogdanov duhî Çarşemê danê nîvro bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistan Kurdistanê.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e