Bombebarana Îranê li ser Koyê; 2 kuştî û 15 birîndar hene

.

 Îranê îro hejmarek binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bombebaran kir, li gor zanyariyan di bombebarana Îranê ya li sînorê qezaya Koyê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 15 kes birîndar in.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Doktor Xalîd a navçeya Koyê, Dr. Kawe Sabîr ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebarana îro ya Îranê de li sînorê wê qezayê 2 kesan canê xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar in.

Li aliyekê din Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê, Dr Saman Berzincî di daxuyaniyekê de ragihand, “tendirustiya Hewlêrê hejmareke zêde ya ambulans û tîmên hawarçûnê şandine bajarê Koyê û hemû nexweşxaneyên hewarçûnê yên Hewlêrê ji bo çareserkirina birîndaran di seferberiyê de ne.”

Tê nûkirin…

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn