Bombeyek bi hêzeke Pêşmerge de teqiya: 3 Pêşmerge şehîd bûn

.

 Di encama teqîna bombeyekê di nav hêzeke hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê de, 2 efser û pêşmergeyekî şehîd bûn.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro 17ê Mijdarê danê sibê li gundê Pelkanê yê Xurmatû bombeyeke bi hêzeke Lîwaya hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatibû bicîkirin, teqiya.

Li gor zanyariyên K24ê, di encama teqînê de Eqîd Saman Saber Silêman, Eqîd Mihemed û pêşmergeyekî şehîd bûne. Her wiha 3 leşkerên artêşa Iraqê jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, leşkerên birîndar û termên şehîdan ji bo nexweşxaneya Xurmatû hatin rakirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin