Navenda Nûçeyan - Ruetersê êvara îro roja pêncşemê belav kir ku Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson piştî tedawîya nexweşîya Koronayê îşev ji odeya çavdêrîya tûnd a nexweşxaneyê hatîye derxistin û li odeyeke asayî ya nexweşxaneyê tedawî dibe.
Berîya bi hefteyeke Boris Johnson ji ber nexweşîya vîrusa Koronayê li nexweşxaneyê hatibû razandin û tedawîya pizîşkî werdigirt.