Bozan Karao
Payîza têkiliyên Rûsî-Tirkî: Xwendina helwestên nû yên Moskowê li ser maseya Astanayê
Civîna vê dawiyê ya Astanayê di têkiliyên navbera Moskow û Enqereyê de xelekeke girîng nîşan dide ku ji hêla du helwestên girîng ên li ser Rûsyayê ve hatine destnîşankirin.
Her wiha xuya dike ku peyameke rêzanî ya kûr û nazik e ji aliyê Rûsan ve. Yekem, erênekirina her operasyona leşkerî ya nû ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li Rojavayê Kurdistanê û duyem jî bi ragihandina amadebûna Moskowê ya ji bo hevkarîkirina bi Washingtonê re li ser doza Sûriyeyê.
Ji ber vê yekê, ev helwest dikarin wekî pîvanên stratejîk werin xwendin ku tenê bi şerê Sûriyeyê re sînordar nabin.
Divê ku di dosyayên din de jî wekî pirsgirêka Ukraynayê wekî hewlekê ji bo pêkanîna têgihiştinên berfireh bi Washingtonê re.
1. Erênekirina operasyonên artêşa Tirkiyeyê: Guhertina pêvajoya hevpeymanan:
Erênekirina Rûsyayê ji her serpêhatiyeke nû ya leşkerî ya Tirkiyeyê li Rojavayê Kuridsanê û Sûriyeyê, nîşaneke zelal e li ser zêdebûna nakokiyên di navbera Moskow û Enqereyê de, bi taybetî di mijara birêvebirina herêmên bakurê Sûriyeyê de.
Ev helwest tirsa Moskowê nîşan dide ku operasyonên dubare yên Tirkiyeyê dibe ku aloziyên Sûriyeyê zêdetir bikin û serweriya wê wekî aliyê serdest di dosyaya Sûriyeyê de lawaz bikin. Nemaze jî li deverên ku ji Rûsyayê re bûne girîngiyeke stratejîk.
Ev erênekirin jî peyamek e ji Tirkiyeyê re ku bandora wê li Sûriyeyê sînordar bike û giringiyê bide rêzgirtina hevsengiyên ku Moskow bi hêzên herêmî û navneteweyî re dixwest çêbike.
2. Hevkariya bi Washingtonê re: Devstberdankeke stratejîk e yan taktîk e ?
Moskowê amadebûna xwe ji bo hevkariya di gel Washingtonê ya derbarê pirsa Sûriyeyê de ragihand ku dibe ev yek surprîz be ji ber kêşeyên di navbera her du welatan de li ser çend mijarên wekî krîza Ukraynayê.
Lê belê ev daxuyanî wekî peyameke veşartî ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji yê Amerîkî re tê nîşandan.
Dibe ku Rûsya amade be ji bo ku deriyên danûstandinan li ser mijarên hestiyar veke ku ji krîza Sûriyeyê derbas bibe.
Xuya ye ku Moskow haydar e ji têgihîştina bi Washingtonê ya re derbarê Sûriyeyê de da ku wekî fişarekê yan amûreke danûstandinê derbarê rewşa Ukraynayê de bi kar bîne, ji ber ku Rûsya dixwaze lihevkirinekê pêk bîne ku berjewendiyên wê bêyî destberdanên stratejîk misoger bike.
3- Xwebûna pêwendiyên Rûsî-Tirkî: Nîşana girtina rêça Astana-Soçiyê ye:
Di gel ku rêya Astana-Soçiyê gihîştiye rêyek tarî, xuya dike ku têkiliyên Rûsî-Tirkî di qonaxek nû re derbas dibin.
Dibe ku bêtir mîna têkçûna pêwendiyan di van salên dawî de hevrêziyeke berfireh dîtiye .
Rêya ku çarçoveyek ji têgihîştina di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk anî derbarê dosyaya Sûriyeyê de dest pê kir rastî kêşeyên pêkhatî bûn, bi taybetî jî bi zêdebûna nakokiyên di berjewendiyan de.
Ji ber Moskow di wê baweriyê de ye,ku berdewamiya Tirkiyeyê ya di operasyonên xwe yên leşkerî de bandora wê lawaz dike û deriyê tevliheviyê bêtir vedike.
Ev aloziya di navbera Moskow û Enqereyê de guherînek e ku dibe sedema guherîna dînamîkên hevbendî û hevsengiyê yên li herêmê.
Her wiha nîşana qonaxeke nû ya danûstandinan e li ser bandora herêmê.
Di dawê de, ev helwestên Rûsî qonaxeke nû di lîstika hevsengî û hevbendiyan de li Rojhilata Navîn de diyar dike ku berjewendî wekEi bingeha têkel li dora wê çêdibin û hevbendî diguherin.
Di demekê de ku hin derî ji ber berjewendiyên cuda têne girtin û deriyên din ji bo danûstandin û avakirina hêzan têne vekirin.
Mîna ku niha herêm di nav nakokiyan de dijî û bi hişyarî û kêşeyên cûda tê birêvebirin.
Bi vî awayî helwesta Moskowê ya li hemberî Enqere û Washingtonê bûye sedema guhertina nexşeya hevpeymaniyên herêmî û rê li ber veguhertinên stratejîk vekiriye, dibe ku ew di qonaxa bê de rû bidin.
Çavkanî: Rûdaw