Şandiyê Taybetê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Brett McGurk û çend berpirsên din ên Hevpeymaniya Navdewletî doh çarşemiyê bi serdanekê gihîştin bajarê Reqayê û bi Encûmena Sivîl a Reqayê re civiyan.
Hevserokê Encûmena Sivîl a Reqayê, Ebid Hamid Mihbaş ragihand, wê şandê soz daye wan ku Amerîka d berdewam be li ser alîkariya wan.
Derbarê naveroka civînê de, Hevserokê Encûmena Sivîl a Reqayê got, ku şanda Hevpeymaniya Navdewletî soz daye wan, ku dê Amerîka bi taybetî û Hevpeymaniya Navdewletî bi giştî, di tevahiya waran de, di aliyên siyasî, leşkerî, aborî û xizmetguzariyê de berdewam bin li ser piştevaniya Encûmena Sivîl a Reqayê.
Ebid Hamid Mihbaş got: “Îro şandeke siyasî - serbazî ya pilebilind a Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî serdana Encûmena Sivîl a Reqayê kirin, şandê tekezî li ser berdewambûna piştevaniya Encûmena Sivîl a Reqayê kirin, çi di warê siyasî, ewlekarî, serbazî û xizmetguzazriyê de be.”
Brett McGurk jî derbarê vê serdana xwe de li ser twîtera xwe çend wêne û zanyarî belav kirine û gotiye, ku wan di vê serdanê de çend projeyên xizmetguzariyê û ji wan çend dibistan vekirine.