Navenda Nûçeyan- Wezareta Gencîneya Brîtanyayê dorpêçên xwe biser Hizbullah a Lubnanî berfereh kirin, û tevayîya xebat a Hizbullah xist listeya terorê de.
Wezareta Gencîneya Brîtanyayê bi biryarekê beşê sîyasî yê Hizbullah jî, wekî rêxistina terorê pênase kir. Berî niha, tenê beşê çekdar ê Hizbullah di listeya terorê de bû, lê niha Konseya Cihad û Desteya ewleyî ya Derve jî girêdayî Hizbullah xist lista xwe ya terorê de. Bi vî awayî, tevayîya hebûnên darayî yên Hizbullah li Ingilistanê tên cemidandin.
Hizbullah a ku di sala 1982an de bi piştgirîya Îranê hate damezrandin, ji alî Tehranê ve, wekî alîyek girîng ji“Bereya Berxwedanê” jî tê pênase kirin.