Li Stenbolê, Serokê Odeya Esnafên Taksîvanan Eyüp Aksu ragihand, heqên taksî û mînîbusan wê werin buhakirin.
Li aliyekî din li Bedlîs û derûdorên wê, heqê nanê ku 250 grama wî bi 1 TLyan dihate firotan 25 qirûş buha bû û bû lîreyek û 25 qirûş.
Nanpêj, sedema buhabûnê bi zêdebûna boçûnan û zêdebûna dovîzan ve girê didin.
Berî niha jî, nanpêjan nanê bi 250 gramî ku bi lîreyekê difirotin, gramaja wî kêm kiribûn 200 graman û haqê wî jî kiribûn lîreyek û 25 qirûş.
Ji ber ku hem gramajê kêm kiribûn hem jî 25 qirûş buha kiribûn, nanpêj rastî bertekan hatin û Yekîtiya Esnaf û Odeyan a Bedlîsê ketibû navberê.