'Bûka DAIŞê' li Almanyayê hat girtin

.

Jineke DAIŞî ku weke bûka DAIŞê dihate naskirin dema vedigere Almanyayê li balafirxaneya Frankfurtê hate girtin.

Meydayayên Almanî ragihand ji aliyê serdozgeriya federal a bajarê Karlsruhe ya Almanyayê Monika K. dema gihîşte Balafirxaneya Frankfurtê bi tohmeta endamtiya rêxistina terorîst a DAIŞê hat girtin.

Li gor medyayên Almanî jina bi navê Monika K. li Iraq û Sûriyê bûye û toreke alîkariyê ya DAIŞê birêve biriye.

Dozgeriya bilind a Almanî roja Şemiyê ragihand, Monîka K. a tawambar di sala 2013an de ligel mêrê xwe çûbû Sûriyê tevlî Nusrayê bûbûn û herî dereng di destpêka sala 2014an de tevlî DAIŞê bûye.

Li gorî Dozgeriya Fedederal a Almanyayê Piştî ku hevjînê wê di sala 2015an de di şerê rêxistina terorîst de tê kuştin, ew li pey hev bi du çekdarên din ên DAIŞê re zewicî û heta serê sala 2019an li Iraq û Sûriyê jiya û "Wê îdareya mala hevbeş dikir û ji bo wê ji aliyê DAIŞê ve dihat dayîn."

Di destpêka sala 2019an de piştî ku Monika K. ji aliyê hêzên Kurdî ve tê girtin, di kampeke penaberan a li Rojavayê Kurdistanê (Kampa Holê) bi awayekî çalak ji penaberan bo DAIŞê pere kom dikir.

Herwiha serdozgeriya Almanî destnîşan kir ku di dawiya sala 2019an de, endamekî payebilind ê DAIŞê Manika K. bi qaçaxî ji kampê derxistiye û wek jina duyemîn pê re zewicîyê. Her du direvin Idlibê, li wir Monika K. piştgiriya aborî ji endamên DAIŞê re berdewam kir, bi taybetî ji bo derxistina  wan ji kampên penaberan.

Di Îlona 2020’an de dîsa Monika K. hate girtin û ji wê demê ve ew li Tirkiyê di zindanê de hatibû girtin. Roja Înê dema Monika K. vegeriya Almanyayê hat girtin ku beriya niha di 29ê Mijdara 2021ê de di derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayîn. Roja Şemiyê ew derxistin pêşberî dadgerê lêpirsînê yê Dadgeha Federalî ya Edaletê û biryara girtinê hat bicihanîn.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir