Burhan Sonmez: Nivîsandina Kurdî ji bo min ne meseleya biryarê, meseleya xeyalekê bû

.

Serokê PENa Navneteweyî û nivîskarê Kurd Burhan Sonmez, cara ewil pirtûkeke xwe bi zimanê Kurdî nivîsand.

Burhan Sonmezê ku heta niha 5 roman bi zimanê Tirkî nivîsandine û pirtûkên wî ji bo 48 zimanan hatine wergerandin, vegeriya ser zimanê dayîka xwe û pirtûka xwe ya dawî bi Kurdî nivîsand.

Pirtûka dawî ya Burhan Sonmez, bi navê “Evîndarên Franz K.”, beriya çend rojan ji Weşanxaneya Lîsê derket.

Romana bi Kurdî “Evîndarên Franz K.” dê meha Adarê jî bi Tirkî bê weşandin. Piştre dê ji bo çend zimanên din ji Kurdî were wergerandin.

Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez, hevpeyvîna xwe ya ewil a Kurdî, da televîzyona Rûdawê.

Burhan Sonmezê ku ji navçeya Haymanaya Enqereyê ye û salên dirêj e li Londonê dijî, ji bo lansmana pirtûka xwe ya nû li Stenbolê ye.

Burhan Sonmez, di nav hejmarek bername û hevdîtinên xwe de, bi dilgermî daxwaza me ya hevpeyvînê qebûl kir.

Sonmez derbarê nivîsandina pirtûka xwe ya ewil a Kurdî de got, “nivîsandina Kurdî ji bo min ne meseleya biryarê, meseleya xeyalê bû.”

Di pirtûkên Burhan Sonmez de şopên efsane û karakterên Kurdî berbiçav in. Di romana wî ya dawî “Evîndarên Franz K.”de, li gorî metna danasînê pirtûkê, ‘serboriyên cihêreng ên kesayetên xwedî nasnameyên dureh, sûretên kevn û nû yên bajarên Stenbol, Parîs û Berlînê, çîrokên şer û qeyranên siyasî û evîna Ferdy û Amalyayê tev li dora bûyereke kuştinê pêrgî hev dibin.’

Pirtûkên Burhan Sonmez heta niha ji bo 48 zimanan hatine wergerandin. Sonmez, pirtûka xwe ya dawî “Evîndarên Franz K.” bi zimanên Kurdî û Tirkî nivîsand.

Mînaka vê yekê di edebiyata cîhanê de gelek kêm e. Xuyaye wê ev pirtûk bandorê bide edebiyata Kurdî û dê gelek were axaftin û nirxandin.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Serokê PENa Navneteweyî û nivîskarê Kurd Burhan Sonmez re.

Rûdaw: We heta niha pirtûkên xwe bi zimanê Tirkî nivîsandin û ji bo gelek zimanên cîhanê ji Tirkî dihatin wergerandin. We romana xwe ya dawî, “Evîndarên Franz.K” bi Kurdî nivîsand. Ev hesteke çawa ye? We di lansmana pirtûka xwe de gotibû, ‘nivîsandina min a Kurdî arezûya vegera ji bo zimanê dayîkê ye.’

Burhan Sonmez: Em bi Kurdî mezin bûn. Lewra dema em zarok bûn em vî zimanî ji dayîk û mezinên xwe hîn bûn. Dû re em li dibistanê fêrî zimanê Tirkî bûn. Zimanê Tirkî, zimanê fermî bû. Nehîştin (dewlet) em zimanê xwe yê Kurdî bi pêş bixin. Dû re em mezin bûn, em çûn welatên din. Min roman û pirtûk xwendin û min tim bi zimanê Tirkî nivîsand. Ji min re dibêjin, ‘zimanê Kurdî ji bo te azad û asayî ye ku tu pê binivîsî’, ‘li ser wê klaman bibêjî’, ‘axaftinan bikî.’ Ji wê re dibêjin ‘nostaljiya Kurdî.’ Baş e lê tu azad î ‘nostaljiya Kurdî’ bikî? Rihê peyva nostaljî ji nostosa zimanê Yunanî tê. Nostaljî ev e ku tu bêriya demên berê bikî. Nostos; daxwaza vegera demên berê na, daxwaza vegera malê ye. Ji vê yekê re nostos tê gotin. Em bêriya zimanê xwe Kurdî dikin. Ji bo min ew çax e ku ez vegerim mala xwe. Ev ji bo min nostos e. Beriya 3-4 salan min got, temam e, êdî ez ê bi Kurdî binivîsim.

 Ez ê jî bihatima ser mijara biryara we ya nivîsandina bi Kurdî. Heta niha 2 romanên we ji bo Kurdî jî hatin wergerandin. ‘Hespên Reş Bayên Sergevez’ (Masumlar-2016, Weşanxaneya Lîs) û Stenbol Stenbol (İstanbul İstanbul-2022, Weşanxaneya Avesta). Helbet, ev tiştekî balkêş û îronîk e ku meriv ji nivîskarekî Kurd bipirse û bibêje, ‘tu çima bi Kurdî dinivîsî?’ lê di şertên Tirkiyeyê de normal e jî. Lewma perwerdeya bi Kurdî nîne. We çawa biryar da ku hûn romana xwe ya dawî bi Kurdî binivîsin, ew pêvajo çawa qewimî? Jixwe destpêka nivîskariya we bi çîrok, meselok û stranên dayîka we dest pê kiribû. Jixwe hûn di romanên xwe de jî behsa wan tiştan dikin. Lewma şopên Kurdan di nav pirtûkên we de hene. Pirs ew e, Burhan Sonmez çawa biryar da ku vegere ser zimanê dayîka xwe û bi Kurdî romanan binivîse?

Burhan Sonmez: Nivîsandina Kurdî ji bo min ne meseleya biryarê, meseleya xeyalekê bû. Ev her tim di dilê te de ye. Tu dixwazî tiştekî bi zimanê dayîka xwe binivîsî. Pirtûkên li cîhanê nêzîkî 50 zimanan tên wergerandin û belavkirin. Ez li her welatî digerim. Ez diçim panel, konferans û hevpeyvînan. Ji min dipirsin, ‘pirtûken te bi zimanê Tirkî hatine nivîsandin lê em dizanin ku tu Kurd î, çima pirtûkên te yên bi Kurdî nînin?’ Ez jî ji wan re dibêjim, ‘ez ne ciwan im. Min pirtûka Kurdî, cara ewil di 35 saliya xwe de xwend. Ew jî pirtûka Mehmed Uzun bû. Ez dema 10 salî an 20 salî bûm ew derfeta min tunebû ku ez pirtûkên bi Kurdî bibînim û bixwînim. Yanî ancax min di 35 saliya xwe de pirtûka Kurdî xwend. Piştre min ji xwe re got, ez ne hostayê vî zimanê me, ez dildarê zimên im. Hostayên vî zimanî hevalên me yên nivîskar ên Kurdînûs in. Wek mînak; Kawa Nemir, Selîm Temo û Firat Cewerî. Nivîskarên me yên ciwan hene, wek; Bawer Rûken, Yildiz Çakar, Mehmet Dîcle. Ew gelek baş in. Şi’ra Kurdî gelekî baş e.

 We di 35 saliya xwe de cara ewil Kurdî xwend, we di 56 saliya xwe de jî bi Kurdî roman nivîsand. We bi du zimanan nivîsand, bi Kurdî û Tirkî. Ev çawa çêdibe? Yanî bawer im li edebiyata cîhanê mînaka vê gelekî kêm e. We ji kîjan zimanî werdigerand kîjan zimanî?

Burhan Sonmez: Min pêşî bi Tirkî dest bi romana xwe ya “Evîndarên Franz K.” kir lê piştre min got, ez dixwazim ev pirtûk bi Kurdî be. Çimkî mijara pirtûkê li ser birînên Kurdan nîne. Ev li ser mijara edebiyata derûnî ye. Min got, heger em li vê dinê, li Franz K. binêrin, ez dixwazim ev pirtûk bi zimanê Kurdî be. Jixwe min di 5 pirtûkên xwe de tim behsa êş û birînên Kurdan dikir. Vê carê min got ez naxwazim li ser Kurdan biaxivim. Dema pirtûkên min bi riya wergerê diçe welatên din; wek Amerîka, Almanya, Brîtanyayê, ez naxwazim ew ji min bipirsin; birînên we çawa ne? Na, bila ji min li ser zimanê min bipirsin. Zimanê te çawa ye, ew hêsan e an dijwar e li ser edebiyatê? Loma jî min got divê ez vê pirtûkê bi Kurdî binivîsim.

 Baş e, ji vir û pê ve Burhan Sonmez wê çawa binivîse? Bi Kurdî an Tirkî? We biryarek daye.

Burhan Sonmez: Ev meseleya biryarê nîne. Çi di dile te de hebe tu dê wê binivîsî. An jî çi ji te dixwazin. Niha 3 zimanên min hene. Ez li Zanîngeha Cambridgeyê, bi zimanê Îngilîzî dersan didim. Niha li ser wêjeya felsefeyê pirtûkeke bi Îngilîzî dinivîsim. Min niha bi zimanê Kurdî nivîsand. Zimanê Tirkî jî zimanê min e ku min 5 romanên xwe bi Tirkî nivîsandin. Ez bawer dikim ku wê her 3 ziman jî bi min re bin. Ez ê bi 3 zimanan; Kurdî, Tirkî û Îngilîzî jî binivîsim.

 We li Parlamentoya Brîtanyayê behsa diyalogeke xwe ya bi Yaşar Kemal re kiribû. Yaşar Kemal Kurd bû lê bi Tirkî dinivîsand. Wî ji we re gotibû, “dema em bi Tirkî binivîsin jî em aqilê Kurdî jê re dikin neynik û dinivîsin.” Dikarî hinekî behsa vê meseleyê bikî?

Burhan Sonmez: Dema ez hîn xort bûm, Yaşar Kemal bangî min kir, ez çûm cem wî. Wî ji min re tim digot, ‘kuro’. Got, ‘kuro metirse, pênûsa me pir bi hêz e, em Tirkî dibêjin lê aqilê me Kurdî ye.” Heger tu kitêbên min bixwînî tu dê bizanibî ku ew peyv û hevok a nivîskarekî Kurd e. Ev hêza me ye.’

Hûn li Bakurê Kurdistanê rewşa edebiyata Kurdî çawa dibînin? Têkiliya we ya bi nivîskarên Kurd re çawa ye?

Burhan Sonmez: Nivîskarên ciwan bi riya e-mailê tim ji min re nameyan dişînin. Pirtûkên xwe jî dişinin. Ji wan re gelekî spas dikim. Min di 4-5 salên dawî de piranî pirtûkên bi Kurdî xwendin. Wekî min behs kir, ez nivîskarên wek Bawer Rûken, Yildiz Çakar û Mehmet Dîcle dixwînim. Ez dixwazim pirtûkên din jî bixwînim. Ji bo nifşê xwe ez dibêjim, êdî em ne xort in. Ez ne hostayê zimanê Kurdî me, ez dildarê zimên im. Divê em ji nifşên nû re bibêjin; zimanê Kurdî zimanekî xweş e, baş e. Em vedigerin vî zimanî, hûn jî bi vî zimanî serbilind bibin.”

Ez bawer im ev helwesta we, dê bibe mînak û wê cesaretê bide xort û ciwanên Kurd. Belkî wêrekiyê bide nivîskarên Kurd ku bi Tirkî jî dinivîsin. Mînakên vê yeke jî hene ku bere bi Tirkî dinivîsandin lê vegeriyan Kurdî. Wek Suzan Samanci. Niha jî hûn hene.

Romana we ya dawî, dê di demekê nêz de ji Weşanxaneya Îletîşîmê bi Tirkî were çapkirin. Ew dê kengî bê weşandin? Piştre wê pêvajoya wergera ji bo zimanên cîhanê çawa dest pê bike?

Burhan Sonmez: Pirtûka min a Tirkî wê meha Adarê ji Weşanxaneya Îletîşîmê bê çapkirin. Wergera Îngilîzî jî hazir e. Wergerên ji bo zimanên din jî ew ne karê min e. Ew karê weşnaxaneyên welatan e.

Ji Kurdî wê bên wergerandin ne wisa?

Burhan Sonmez: Em ji weşanxaneyan re nameyan dişînin. Em dibêjin, ev pirtûk bi Kurdî hatiye nivîsandin. Dema we wergerand bibêjin ev ji Kurdî hatiye wergerandin.

Vê yekê jî meraq dikim, hûn qet çûne Başûrê Kurdistanê? Bi nivîskarên Başûr re pêwendiya we heye? Hûn qet difikirin ku serdana Başûr bikin?

Burhan Sonmez: Heta niha qet derfeta min çênebû ku ez herim Başûr lê beriya 4-5 mehan, li Pêşangeha Frankfurtê konferansa min hebû. Şandeya siyasetmedarên ji Başûr hatin. Rayedarên Başûr min dawetî Başûr kirin, ez ê bi dilxweşî herim.

 Niha ji vir û pê ve bernameya we li vir çawa ye? Hûn dê serdana Bakur bikin?

Burhan Sonmez: Bernameya niha pir tijî ye. Ez dê vegerim Londonê û biçim welatên din.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir