Jina Ukranyayî berê 15 salan hatîye bajarê Antalyayê yê Tirkiyê li wê kurdekî dîyarbekirî bi navê Omer naskirîrîye; piştî salekê pê re zewicîye û li Dîyarbekirê bi cî bûye. Alyona Bedrenyuk 37 salî ye û dîya 4 zarokan e lê pê re kansera cild/çerm peyda bûye bi sporê(fitnessê) zora kanserê birîye û sedî 75 laşê wê bi birînan hatîye girtin.
Wexta ew hatîye li dîyarbekirê bi cî bûye pêşewazîyeka gelek qenc jê re hatîye kirin û him diyarbekirîyan him jî bajarê dîyarbekirê gelek hez kirîye; Amed li gor xeyalê wê bûye û di demekê kurt de li gel tirkî fêrî du zaravayê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) bûye.