Nûnerê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Beşar Caferî di civîna Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî de axaftinek kir û wiha got:
“Di demek nêzîk de em ê Xutayê ji destê dagirkeran derbixin. Piştî wê re jî dor tê ser Efrînê û cihên dî yên di bin dagirkirinê de ne. Em nahêlin ku bostek axa Sûriyê di bin destê dagirkeran de bimîne. Em ê hemî dagirkeran ji Sûriyê derxin. Em ê Golan, Reqqa, Idlib û Efrînê jî xilas bikin.”