Amadekarê ferhengê Zana Farqîniyî diyar kir ku xebatên bi vî rengî tekane heta deverekê dibin, divê sazî hebin li pişt van xebatan.
Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ya berfirehkirî hatiye çapkirin. Ferheng cara pêşiyê di sala 2004an de ferheng çap bûbû. Piştî 18 salan amadekarê ferhengê Zana Farqîniyî ew berfireh kiriye û bi çapeke nû, derketiye.
Enstîtuya Kurdî ji bo danasîna çapa nû ya ferhengê, li Stenbolê bernameyek li dar xist. Hevserokên Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan û Eyup Sûbaşiyî mazûbanî li mêvanan kirin.
*Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan
Gelek nivîskar, rojnameger û zimanzan, dersdar û xwendekarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê beşdarî bernameyê bûn. Tahîr Başkûşak, Ronayî Onen, Mîraz Ronî, Faîk Bûlût, Edîtorên Kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk û Huseyn Zana, Mevlût Ogûz, Cemîl Ogûz, Serokê avakar ê Komeleya Hezkurdê Suphî Ozgen û Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş hinek ji wan beşdaran in.
Di bernameyê de Hevserokên Komeleya Lêkolînê Kurdî Remziye Alparslan û Eyup Sûbaşî axivîn û behsa girîngiya ferhengê kirin.
Paşê jî amadekar û nivîskarê Ferhengê, zimanzan Zana Farqînî axivî. Farqîniyî, diyar kir ku ferheng cara pêşiyê di sala 2004ê de hate çapkirin û piştî wê bi heman rengî çar carên din çap bû.
Farqînîyî diyar kir ku wê gavê 136 hezar serê madeyê hebûn. Di ya nû de 175 hezar û 358 serê madeyê hene.
"Serweta min a madî jî ev ferheng e"
*Zana Farqînî
Farqîniyî xebatên ku di salên 1990î de hatine kirin bibîr xist û wiha got: "Dema em bi xwe, bi nasnameya xwe hesiyan me nedizanî pêşiyê me çi kirine, çi xebat kirine. Ahmedê Xanî, Mûsa Anter û yên din, me bi saya wan karîbû di vê rêyê de bêyî ku lingê me li kevirekî bikeve em bimeşin. Serweta min a awayî madî jî ev ferheng tenê ye. Sazî nebin, xebatên tekane heta cihekî ye. Divê sazî hebin li pişt van xebatan."
Piştî axavtinan, Zana Farqîniyî ferhenga xwe ji bo beşdaran îmze kir.
Derbarê Ferhengê de
Cara pêşiyê di sala 2004ê de hatiye çapkirin. 136 hezar made tê de hebûn. 4 caran bi heman rengî hatiye çapkirin. kiriye. Di vê çapa berfirehkirî ya Ferhenga Kurdî-Tirkî de 175 hezar û 358 serê madeyê yên kurdî û 48 hezar û 735 jî berdewamên serê van madeyan cih digirin. Loma jî ev ferheng tevî hev ji 224 hezar madeyî zêdetir pêk tê. Ferheng bi temamî ji 2648 rûpelî pêk tê.
Piştî axaftinan merasima îmzekirina ferhengê li dar ket û Zana Farqînî ji bo mêvanan ferheng îmze kir.
Bîanet