Çapemeniya Amerîkî bertek nîşanî biryara Trump da

Biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyeyê di medyaya Amerîkayê bû mijara niqaşê.

Televîzyona CNNê bi awayekî berfireh behsa biryara Trump kir û dibêje dema Serokê Amerîkayê Donald Trump ev biryar daye û guh nedaye fikrên şewirmendên ewlehiya neteweyî û leşkerên pispor.

 

Rojnameya New York Timesê ragihand ku 2 hezar leşkerên Amerîkayê li Sûriyê ne û vekişîna ji wir dê bibe sedem ku Rûsya û Îran li herêmê xurt bibin.

 

Wall Street Journalê jî got Tirkiye dixwaze li Sûriyê operasyonê bike, piştî vê biryara Trump rewşa hêzên Kurdî yên hevkarê Amerîkayê li Sûriyeyê dê bikeve jêr metirsiyê.

 

Rojnameya Washington Postê jî di nûçeya xwe de çavkaniyên leşkerî wek çavkanî nîşan da û got Wezîrê Berevaniyê Amerîkayê Jîm Mattîsê pêşniyar kiriye qet nebe yekîneyeke biçûk bila li Sûriyeyê bimîne, lê Trump guh nedaye vê pêşniyaza wî.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin